Li Lubnanê wezîrekî din jî îstifa kir

  • cîhan
  • 13:15 10 Tebax 2020
  • |
img
ENQERE – Piştî teqîna li Beyrûtê hejmara wezîrên ku îstifa kirin derket 3’an. 
 
Li Lubnanê piştî teqîna li Beyrûtê ku 158 kesan ji ber jiyana xwe ji dest dan û 6 hezarî zêdetir kes birîndar bûn, îstifa didomin. Herî dawî Wezîrê Edaletê Marie-Claude Najm jî îstifa kir. Najm, çalakiyên ku piştî teqînê li dijî hikûmetê tên lidarxistin hincet nîşan da û îstifa kir
 
Duh jî Wezîrê Enformasyonê Menal Abdussamed û Wezîrê Hawirdorê Damianos Kattar îstifa kiribûn.