Erdemol: Li Lîbyayê wê nehêlin Tirkiye bi tena serê xwe wê pasteyê bixwe

  • cîhan
  • 09:13 7 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Mûstafa Kemal Erdemol, anî ziman ku rewşa li Lîbyayê wekî ya Sûriyeyê veguheriye şerê wekaletê û got: "Lîbya welateke ku dilê her kesî dibijîne xwe. Bi tabîra amiyane, dê nehêlin Tirkiye bi tena xwe wê pasteyê bixwe."

Rojnamevan Mûstafa Kemal Erdemol, qewimînên li Lîbyayê nirxandin.   
 
Erdemol, destnîşan kir ku rewşa li Lîbyayê jî wekî ya Sûriyeyê veguheriye şerê wekaletê û got, ferqa di navbera wan de; li vira du hikûmet hene. Erdeol, got: "Tirkiye alîkariyê dide Hikûmeta Mûtabaqatê. Rûsya jî alîkariya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê dike." 
 
‘HER DU HIKÛMET JÎ QANÛNÎ NE'    
 
Erdemol, anî ziman ku her du hikûmet jî qanûnî ne û got, ji ber ku Hikûmeta Mutabaaqatê ya Neteweyî pesend nake Konseya Nûneran bi awayekî qanûnî nayê qebûlkirin. 
 
HAFTER FÎGUREKÎ BIHÊZ E 
 
Erdemol, daxuyaniyên ku li Tirkiyeyê tên kirin "Hafter qediya, piştgirî tune" bibîr xistin û got, berevajî li Lîbyayê hê jî Hafter fîgureke pir bihêz e. Erdemol, anî ziman ku hê jî DYA'yê hêviya xwe ji Hafter nebiriye û got: "Rûsya ne wekî berê be jî hîn jî piştgiriya xwe didomîne. Pûtîn jî bi awayekî aşkere dike. Yanî Tirkiye li Bhera Spî bi kê re rû bi rû be, Li Lîbyayê jî bi wan re rû bi rû ye. Li holê rewşeke bi vî rengî heye." 
 
Erdemol, biryara Rûsyayê ya ji bo vekirina Balyozxaneya Lîbyayê bibîr xist û got: "Her kesî digot 'Gelo wê balyozxaneya Rûsyayê li Bîngaziyê be an wê li Tarblûsê be?' Lê Rûsyayê polîtîkayeke aqilane kir û li her di cihan jî venake. Lê tê gotin wê li Tûnûsê veke. Yanî helwesteke ku her du aliyan jî nêşîne nîşan da. Di vir de rewşa Tirkiyeyê xirabtir dibe. Yanî em dibînin, bê dîplomasî çawa tê kirin." 
 
‘MESELEYÊN TIRKIYEYÊ HEMÛ BEKA NE' 
 
Erdemol, bibrî xist ku Tirkiye li Lîbyayê ligel hêzên paramîlîter tev digere û got, dibe ku ev hêz ji nişkave cih biguherîne. Erdemol, ji bo çûyîna Serokomar Tayyîp Erdogan a Qetarê got, ev ne çûyîneke tesadufî ye. Erdemol, got: "Erdogan, tenê ji bo pereyan neçû. Tirkiye meseleyên li Lîbyayê hemûyan dike meseleya bekayê. Ew der di warê dîplomatîk de veguheriye qadeke pevçûnê. Em nankokiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bi awayekî berbiçav dibînin. Lê dîsa jî ê hevsengiyê diparêze Rûsya ye." 
 
RAGEŞIYA DI NAVBERA TIRKIYE-FRANSAYÊ DE 
 
Erdemol, bal kişand rageşiya di navbera Fransa û Tirkiyeyê de û got, ev rageşî tenê ne li Lîbyayê ye. Erdemol, destnîşan kir ku heman rageşî li Sûriyeyê jî heye û got: "Fransa, li Lîbyayê wekî efendiyê Behra Spî tev digere. Îdia dike ku ji beriya berê de Lîbya mafê wan e. Tirkiye jî dibêje 'wîlayeteke me ya kevn e.' Yanî li gor heqê ku d,rok dide wan Lîbya veguherandine qadeke parvekirinê. Fransa dixwaze dixwaze wekî hêza xwe ya emperyal a berê tev bigere. Yanî dibe ku tenê ne bi Tirkiyeyê bi Rûsyayê re jî pev biçe. Dibe ku di navbera her du welatan de pirsgirêkên mezin hein. Li wir du welatên ku hema hema hindik maye rapelikin hev hene. Yek jê Tirkiye, ya din Fransa ye. Her du welat jî ji xwe re dijminan çêdikin." 
 
'LÎBYA DILÊ HER KESÎ DIBIJÎNE XWE' 
 
Erdemol, anî ziman ku li Lîbyayê li hemberî Tirkiyeyê blokeke berfireh heye û got: "Wê Tirkiye heya kengî vê dijberiya xwe bidomîne?" Erdemol, diyar kir ku teqez wê li vira lihevkirinek û peymanek çêbibe û got: "Çimkî di nav hêzên li hember radibin de endamên NATO'yê hene. Yanî ne mimkun e ku ev dijberî pir bajo. Lîbya welateke ku dilê her kesî dibijîne xwe. Bi tabîra amiyane, dê nehêlin Tirkiye bi tena xwe wê pasteyê bixwe. 
 
MA / Ferhat Çelîk