18 rêxistinên mafên mirovan: Tirkiye li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê sûcê komkujiya nîjadî dike

  • cîhan
  • 13:18 6 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - 18 rêxistinên mafên mirovan ên ku di qada navneteweyî de parastina mafên mirovan dikin, bi nameyek hevpar diyar kirin ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê komkujiya nijadî dike. 

18 rêxistinên mafên mirovan ku di qada navneteweyî de ji bo parastina mafên mirovan têdikoşin, çalakiyên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nameya ku ji Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropa re şand, şermezar kir. Parazvanên mafên mirovan di nameyê de bal kişand ser kiryarên Tirkiyeyê yên ku piştî Bakur û Rojhilatên Sûriye dagir kirin û binpêkirina mafên mirovan. Di nava rêxistinên mafên mirovan ku name imze kirin de Komeleya Parastina Mafên Mirovan a Avusturya, Komîteya Parastina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (MAF) û gelek rêxistinên mafên mirovan ên sivîl jî hene. Parazvanên mafên mirovan di nameyê de anîn ziman ku piştî Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kir û şûnde herêm bûye navenda binpêkirina mafên mirovan û wiha cih dan nameyê: "Komên ku Enqere piştgiriyê dide wan, li herêmê sûcê mirovahiyê dikin. Sûcê komkujiya nijadi dikin." 
 
BAL KIŞANDIN SER RAPORÊN BINPÊKIRINA MAFAN
 
Parazvanên mafên mirovan, di nameyê de anîn ziman ku Enqere û komên girêdayî Enqereyê destûr nadin ku sivîl vegerin mal û warên xwe û wiha li nameyê zêde kirin: "Komên çekdar neheq mal û milkê welatiyan talan û wêran dikin. Dest datînin ser malê welatiyan. Welatiyan direvînin. Li dijî welatiyan muameleyên keyfî dikin. Dişewitînin û êrîşê nirxên civakî, çandî û dîrokî yên wekî goristan, sembolên çandî û nirxên din dikin. Ev binpêkirinên mafan di raporên Rêxistina Efûya Navneteweyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Komisyona Lêpirsînê ya Sûriye ya Navneteweyi a Serbixwe de jî heye û hatiye teyîtkirin. 
 
BI RAPORAN BELGE KIRIN
 
Di daneyê de anîn ziman ku binpêkirina mafan bi raporan belge kirin û wiha lê zêde kirin: "Rêxistina HRW'ê di mijdara 2019'an derapor amade kir. Di raporê de jî gotin "Komên girêdayî Tirkiyeyê destûr nadin Kurdên Sûriye vegerin axa xwe. Dîsa piştî ku destûr nadin kurd vegerin ser mal û milkên xwe, mal û milkên Kurdên Sûriye talan û wêran dikin û desteser dikin. Dagir dikin." 
 
'HERÊMÊN KU TIRYIYE PÊŞNIYAR KIRIYE NE EWLE NE' 
 
Dîrektorê Rojhilata Navîn ê HRW'ê Sarah Leah Whitson jî wiha got: "Darvekirina mirovan, talankirina mal û milk, koçkirin û destûrnedayina vegera warên xwe, belgeyên ku herêmên Tirkiye pêşniyar kiriye ne ewle ne. 
 
AV QUT KIRIN
 
 
18 rêxistinên mafên mirovan di nameyê de anîn ziman ku li herêmên piştî operasyona eskerî ya Tirkiyeyê dest pê kir de herî dawî av ji ser welatiyan qut kirine û wiha li nameyê zêde kirin: "Tirkiye piştî operasyonê û komên girêdayî xwe li herêmê bi cih kir vê carê avê ji ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê qut dike. Seroka Lijneya Îcrayê ya Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ahmed, anî ziman ku Tirkiye ji bo li Sûriyeyê bi temamî avê qut bike bi zanebûn avê qut dke." Dîsa li herêmên ku Tirkiye dagir kiriye de zeytûn û zexîreyên din ên welatiyan talan kirin û anîn Tirkiyeyê. Komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li Efrîn li dijî Yekîtiyên Parastina Gel (YPG) di Adara 2018'an de  operasyona "Tevgera Pinara Aştiyê" pêk anîn û ketin Efrînê. Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê gelek mafên mirovan binpê kirin. 
 
Di vê pêvajoya ku binpêkirina mirovan a li Efrînê dihat niqaşkirin de, vê carê di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Serekaniye û Girê Spî operasyon pêş xistin û ev du bajar xistin kontrola xwe. Gelê Kurd û Ereb ji ber ewlehiya canê xwe herêm terk kirin û derbasî herêma Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn. Wekî Efrînê li Serêkaniyê û Girê Spî jî sûcên komkujiya nijadî dikin."