Rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’

  • cîhan
  • 14:41 30 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE – Di rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’ ya Koma Qrîzê ya Navneteweyî de hatiye diyarkirin ku welatiyên ku tevlî DAIŞ’ê bûne û vegeriyane di navbera 5-9 hezaran de ne û piştî ku 3-4 salan rakevin dê bên berdan. 

 
Koma Qrîzê ya Navneteweyî (International Crisis Group ), raporeke bi ser navê ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’ weşand. Rapor ji 36 rûpelan pêk tê û di raporê de polîtîkaya desthilata AKP’ê ya derbarê welatiyên ku tevlî DAIŞ’ê bûne û vegeriyane tê lêkolînkirin û tê diyarkirin ku di navbera 5-9 hezaran de ne welatî tevlî DAIŞ’ê bûne û vegeriyane.
 
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di nav welatiyên ku vegeriyane Tirkiyeyê de piraniya kesên ku tên darizandin de ji sûcê rêxistina terorê 3-4 salan razane û ev tişt hatiye gotin: “Ji ber ku li girtîgehan bêtir bîrdoziya DAIŞ’ê xwedî derdikevin, girtina demeke dirêj a her kesê ku tevlî DAIŞ’ê bûye ne çareseriyeke mayîn de ye. Lê divê mirov ji berdana wan re amade be. Divê bernameyên civakî yên ku wan ji rêxistinên dûr bixin bên pêşxistin.”
 
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku derbarê kesên ku tevlî DAIŞ’ê bûne û vegeriyane de bernameyên sistematik tunene û di navbera rêxistinan de cihêkarî nayê kirin. Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku gefa DAIŞ’ê ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve hatiye paşguhkirin.