Li Lîbyayê ji bo çareseriyê biryarên Konferansa Berlînê bibîr xistin

  • cîhan
  • 13:21 24 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrên Karên Derve yên ereban, diyar kir ku çareseriya  siyasî ya Libyayê di qutkirina transferiya mirovên biyanî ya Lîbyayê re derbas dibe. Wezîran xwest Neteweyên Yekbûyî û civaka Navneteweyî biryarên Konferansa Berlînê têxin meriyetê. 
 
Li Libyayê rageşî zêde dibe. Li ser daxwaza lezgîn a Misirê, duh endamên Yekîtiya Ereban bi awayekî awarte kom bûn. Wezîrên Karên Derve yên welatên Ereban, geşedanên dawî girtin dest. Civîn di serokotiya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ahmed Ebu Gayt de pêk hat. Civîn bi rêbaza vîdeo konferansê pêk hat. Di civînê de hat xwestin ku faîl kî dibe bila bibe ger ku li ser axa Libyayê mafên mirovan binpê kiribe, divê bê şermezarkirin. Xwestin ji bo yekîtiya axa Libya, yekîtiya neteweya Lîbya, arami û îstîkrara Lîbyayê çareseriyek siysî pêş bikeve. Wezîran anîn ziman ku çareseriya  siyasî ya Libyayê di qutkirina transferiya mirovên biyanî ya Lîbyayê re derbas dibe. Wezîran xwest Neteweyên Yekbûyî û civaka Navneteweyî biryarên Konferansa Berlînê têxin meriyetê.