Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e 2019-12-13 13:52:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, qebûlkirina Senatoya Amerîkayê ya Qirkirina Ermeniyan a 1915'an, weke "serkeftina heqîqet û edalet"pênase kir.    Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, li ser qebûlkirina Senatoya Amerîkayê ya Qirkirina Ermeniyan a 1915'an, li ser hesabê xwe yê Tiwîtterê daxuaniyek da û biryare weke "serkeftina heqîqet û edalet"pênase kir. Serokwezîr Paşînyan, ji ber qebûlkirinê spasiyên xwe pêşkêşî Konngreya Amerîkayê kir û ev tişt got: "Biryar, ji bo bîrdarî û rêzdariya milyon û niv qurbaniyên qirkirina yekemîn a Sedsala 21'emîn, pêngaveke wêrek e."