Ji hevpara hikûmeta Almanyayê ji bo Ewropayê: Em Bakurê Sûriyeyê biparêzin 2019-10-21 15:47:35 BERLÎN - Li Almanyayê Parlamenterê CDU'yê Roderîch Kîesewetter, daxwaz kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke mirovî bê avakirin û ji aliyê yekîneyên leşkerî yên Ewropayê ve bê parastin.  Pisporê siyaseta derve yê Yekitiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) Roderîch Kîesewetter ku partiya wî hevparê hikûmeta federal a Almanyayê ye, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji  rbb-înforadîoyê re axivî û daxwaz kir ku li têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke mirovî bê avakirin. Kîesewetter diyar kir ku divê herêm bi lihevkirina Rûsyayê re ji aliyê yekîneyên leşkerî yên Ewropayê ve bê parastin û wiha got: "Ji bo vê yekê jî pêwistî bi 30-40 hezar leşkerên bi mîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) heye."