McGurk: 40 Hezar DAIŞ'î di Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûn 2019-10-20 15:46:38   NAVENDA NUÇEYAN - Nûnerê têkoşîna taybet ê li dijî DAIŞ'ê yê DYA'yê Brett McGurk, diyar kir ku wan xwest sînor li pêş DAIŞ'ê bigirin û wiha got: "Me ji Tirkiyeyê xwest deriyê sînor li DAIŞ'ê bigirin ku neçin Sûriyeyê. Lê Tirkiyeyê ev daxwaza me red kir. 40 Hezar DAIŞ'î di Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûn."    Nûnerê têkoşîna taybet ê li dijî DAIŞ'ê yê DYA'yê Brett McGurk, ji medyaya DYA'yê re axivî û diyar kir wan li dijî DAIŞ'ê pêşengiya kampanyayan kiriye û wiha got: "Me ji Tirkiyeyê xwest deriyê sînor li DAIŞ'ê bigirin ku neçin Sûriyeyê. Lê Tirkiyeyê ev daxwaza me red kir: Ji 110 welatan 40 hezar DAIŞ'î di sînorê Tirkiyeyê re debasî Sûriyeyê bûn. Dema DAIŞ'î di sînorê Tirkiyeyê re derbasî Suriyeyê bûn digotin em ji bo “cihatê” diçin.  Xalîfeya DAIŞ'ê li Sûriyeyê bû. Ji bo Tirkiye rêgeha DAIŞ'iyan a sînor bigirin me bi Tirkiyeyê re hevdîtin kir. Me xwest derbasbûna DAÎŞ'ê ya Sûriyeyê bigirin. Lê Tirkiyeyê diyar kirin ku wan sînor negirtine û nagirin.    DÎWAR LI PÊŞ KURDAN LÊKIRIN   Brett McGurk, anî ziman ku piştî Kurdan beşek sînor xistin bin kontrola xwe Tirkiyeyê li ser sînor li dijî Kurdan dîwar lê kir û wiha got: "Tirkiye li pêş Kurdan dîwar lê kir. Biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya Seroke DYA'yê Donald Trump şaşiyek mezin e. Li gorî peymana di navbera Serokomar Tayyip Erdogan û Trump de herêma "ewle" ji Firatê heta Iraqê 450x32 kilometre ye. Ev herêm gelê Kurd û Xirîstiyan dixe nava xwe."