Serokê Konseya YE'yê Tûsk: Ev ne agirbest e, bi vê tê xwestin kurd çekê deynin 2019-10-18 18:09:51   BRUKSEL - Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tûsk, peymana agirbestê ya di navbera DYA û Tirkiyeyê de ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat çêkirin nirxand û got, ev ne agirbest e, bi vê tê xwestin kurd vekişin.    Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tûsk, peymana agirbestê ya di navbera DYA û Tirkiyeyê de ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat çêkirin nirxand û got, ev ne agirbest e, bi vê tê xwestin kurd vekişin.    Tûsk, got: "Naxwazim di warê Tirkiyeyê de rageşiyê zêde bikim û rageşiyeke nû çê bikim. Rewşa di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de pir zelal e. Gava em li vê tişta xwedêgiravî jê re dibêjin agirbest dinerin, em dibînin ku ev ne agirbest e. Bi vê tê xwestin kurd çekê deynin. Divê em xwedî biryar bin. Em careke din bang li Tirkiyeyê dikin ku operasyonê bi temamî bi dawî bibe, vekişe û bi rêzgirî li gorî hiqûqa mirovane ya navneteweyî tev bigere."