Ji sedî 91'ê almanan li dijî firotan çekan a ji bo Tirkiyeyê ne 2019-10-18 15:48:36   BERLÎN - Li gorî rapirsîneke ku hatiye kirin, ji sedî 91'ê almanan li dijî firotan çekan a ji bo Tirkiyeyê ne û ji sedî 65'ê wan jî dixwazin danekirinên aborî li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin.    Li gorî rapirsîneke ku li Almanyayê ji aliyê Forschûngsgrûppe Wahlen (Koma Lêkolînên Hilbijartinan) ve hatiye kirin, ji sedî 91'ê almanan li dijî firotan çekan a ji bo Tirkiyeyê ne ku êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Tenê ji sedî 5'ê alman xwestiye ku çek ji bo Tirkiyeyê bên firotin. Dîsa li gorî heman rapirsînê ji sedî 65'ê civaka alman dixwaze danekirinên aborî li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin û ji sedî 27'ê jî tiştek wiha naxwazin.