Lavrov: Divê pirsgirêka kurd bi diyalogê bê çareserkirin 2019-10-18 12:07:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkildarî agirbesta Amerîka û Tirkiyeyê, diyar kir ku ew dixwazin Pirgirêka Kurd li ser esasê yekparebûna Sûriyeyê û diyaloga di navbera QSD û Şamê de bê çareserkirin   Rûsyayê têkildarî agirbesta Amerîka û Tirkiyeyê ya ji bo êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ew dixwazin Pirgirêka Kurd li ser esasê yekparebûna Sûriyeyê û diyaloga di navbera QSD û Şamê de bê çareserkirin.    Lavrov bal kişand ser pêşniyarên çareseriyê yên ji bo ewlehiya sînorê Tirkiyeyê û wiha got: "Heke hevrikbûnên ku li Rojhilata Navîn bidine ber çavên xwe, ev pêvajoyeke zor e. Lê pêvajoyeke rasteqîn e. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê em ê her cûre piştgiriyê bikin. Em ê li qadê piştgiriya diyarloga ku rê li ber serwerî û yekparebûna Sûriyeyê û berjewendiyên ewlehiya sînorên Tirkiyeyê veke, bikin."   Lavrov destnîşan kir ku ew ê ji bo pêkanîna Mutabaqata Edeneyê bixebitin û piştgiriya diyaloga di navbera Şam û Enqereyê bikin.