Trûmp: Min destûr da ku şer bikin 2019-10-18 10:05:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, piştî agirbesta ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin, axivî û ev tişt got: "Min got divê ku hinek şer bikin. Hûn ê destûr bidin ku weke 2 zarokên li dibistanê şer dikin û paşê wan ji hev biqetînin. Çend rojan şer kirin û heta herta bixwazî tund bû."   Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, piştî agirbesta ku têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera Tirkiyeyê û Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) de hat ragihandin, daxuyanî da. Trump êrîşkariya Tirkiyeyê şiband "şerê 2 zarokan ên li hewşa dibistanê" û têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ev tişt anî ziman: "Min got divê ku hinek şer bikin. Hûn ê destûr bidin ku weke 2 zarokên li dibistanê şer dikin û paşê wan ji hev biqetînin. Çend rojan şer kirin û heta herta bixwazî tund bû."   Trûmp biryara xwe ya destûr dayîna êrîşê û vekişandina leşkerên Amerîkayê ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî parast û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Tene niqutek jî xwîna amerîkiyan nehirikî. Em çûn wir û xwest ku navberekî bidin şer. Kurd hêwilnak bûn. Wê hinek paşde vekişin." Trûmp di berdewamê de jî destnîşan kir ku girtîbûna endamên DAIŞ'ê ya di bin kontrola QSD'ê de bidome û têkoşîna li dikî DAIŞ'ê bê domandin.   Nûnerê berê yê taybet ê Trûmp ê Sûriyeyê Brett McGurk bertek nîşanî şibandina Trûmp a şerkirina 2 zarokan da û got ku şerm e û cahilî ye.