Li Ûgandayê erd xişikî Gelek kes winda ne 2019-06-05 14:20:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Bûdûda ya ku li rojhilatê Ûgandayê ye, ji ber barana zêde erd xişikî Bi dehan kes winda bûn.   Li gorî Xaça Sor a Herêmî 150 li Ugandayê erd xişikî û mal hilweşiyan. Di bûyerê de 5 kes mirine û 50 kes jî winda ne. Li herêma Badûdayê ji ber barana zêde erd xişikî. Li herêma Badûda ku her dem ax dişemite, di sala 2018’an de ji ber ku ava çemekî rabûbû û 41 kes miribûn. Di sala 2010’an de jî dema ku erd heziyabû 100 kes miribûn.Wezaretê diyar kir ku li herêmê 100 hezar kes ji ber hezîna axê di bin xetereyeke mezin de ne.