Kolanên Fransa bi zer xemilîn 2018-12-08 12:43:53   PARÎS - Fransiziyên bi armanca şermezarkirina bêedaletiya zeman û belavkirina dahatûyan daketin qadan, bi êlekên xwe yên zer heya Cadeya Champs-Elysees meşiyan. Gelê Fransayê ji bo piştgiriya çalakiya “Êlek zeran” êlekên zer bi balkonên malên xwe ve kirin.    Fransiziyên bi armanca şermezarkirina bêedaletiya zeman û belavkirina dahatûyan li Parîsê daketin qadan, bi êlekên xwe yên zer heya Cadeya Champs-Elysees meşiyan. Li bendêye di encama vê meşê de çalakiyên mezin bên lidarxistin. Li tevaniya Fransayê 89 hezar polîs hatin perwirdar kirin. Li Parîsê jî, 8 hezar polîs û 12 wesayîtên zirxî hatine rawestandin. Çalakger, ber bi Cadeya Champs-Elysees a yek ji sembolên Parîsê ye ve dimeşin. Gelê Fransayê jî ji bo piştgiriya çalakiya “Êlek zeran” êlekên zer    POLÎSAN DEST BI BINÇAVKIRINÊ KIRIN    Berî çalakî dest pê bikin, polîsan 121 birin Midûriyeta Polîsan û 32 kes jî binçavkirin.    JIYAN RAWESTIYA     Ji ber çalakiya êlek zeran li Parîsê jiyan rawestiyaye, gelek restoran û mexazayên li Cadeya Champs-Elysees deriyên kergehên xwe girtin. Hemû bernameyên çand û hunerê yên li bajêr, hatin îptalkirin. Kuleya Eyfel a yek ji sembolên Parîsê ye,  ji bo serdanan hat girtin û nêzî 30 xetên metro hatin rawestandin. Gelek rê û cadeyên derdora Bulvara Champs-Elysees li trafîqê hatin girtin.