UNESCO: Di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin 2018-10-30 16:14:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên UNESCO, di her çar rojan de, rojnamegerek ji ber kar û xebatên xwe yên pîşeyî tên kuştin. Hat diyar kirin ku li tevahiya cîhanê, di navbera salên 2006 û 2017’an de hezar û 10 rojnameger hatin kuştin.    Nûnertiya Rêxistina Çand û Zanistê ya Perwerdeya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), berî Roja Pêşîlêgertina Li Hemberî Bêcezatiya Sûcên li Dijî Rojnamegeran daxuyanî da û diyar kir ku bi êrîşan rojnameger tên hedefgirtin. Li gorî daneyên UNESCO, li tevahiya cîhanê di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin.   DI SALA 2018'AN DE 86 ROJNAMEGER HATIN KUŞTIN    Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Li tevahiya cîhanê, di navbera salên 2006 û 2017’an de hezar û 10 rojnameger hatin kuştin. Dinava cînayetên rojnamegeran de tenê ji sedî 10 hatin ronîkirin. Tenê di sala 2018’an de 86 rojnameger hatin kuştin.”