Li Parîsê 2 kes hatin kuştin 2018-08-23 13:54:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bajarê Trappes yê Firansayê 2 kes di êrîşê de hatin kuştin. Reutersê diyar kir ku endamên DAIŞ'ê bûyer daye ser xwe.    Walîtiya Yvelinesê daxuyanî da û diyar kir ku li bajarê Trappesê yê 30 kîlometre dûrî Parîsê ye di êrîşa bi kêr de 2 welatî hatin kuştin û welatiyek jî birîndar bû. Walîtiyê anî ziman ku di êrîşê de 2 kes mirin û kesek birîndar bûye. Walîtiyê anî ziman ku êrîşkar di operasyona polisan de hat kuştin. Li gorî nûçeya Reuters'ê hat diyar kirin ku DAIŞ'ê êrîş daye ser xwe.