Ji Sosyalîstên Ciwan ên Ewropayê banga Efrînê: Bêdeng nemînin, gav bavêjin 2018-04-15 16:26:12 SOFYA - Efrîn mora xwe li konferansa Sosyalîstên Ciwan ên Ewropayê ya li paytexta Bulgarêstanê pêk hat da. Ciwanên Sosyalîst, xwestin ku Federasyona Bakurê Sûriyeya Demdokratîk bê qebûlkirin û li vê herêmê qedexeya balafiran bê îlankirin.  Sosyalîstên Ciwan ên Ewropayê (YES) yekem konferansa xwe ya berfireh a 2018’an li paytexta Bulgarîstan a Sofya pêk anî. Tevgera Sosyalîstên Ciwan ên Îsvîçre (JUSO), Sosyalîstên Ciwan ên Almanya (JUSOS), Tevgera Karkeren Ciwan ên Îngîltere (Young Labour UK) û Sosyalîstên Ciwan ên Fransayê (MJS France) beşdarî konferansê bûn. Ciwanên Sosyalîst di  konferansê de pêşketinên li Sûriyeyê û  welatên Ewropayê nirxandin û bal kişandin ser dagirkerina Efrînê.    ‘EFRÎN HERÊMA HERÎ BI EWLE BÛ’   Di konferansê de ji bo piştevaniya Efrînê gelek biryar hatin girtin û bi awayekê tund êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û rexne kirin.    BAND LI WELATÊN AWROPA KIRIN   Ciwanên sosyalîst di encamnameya konferansê ya amade kirin de, daxwazên xwe anîn ziman û ev bang li Yekîtiya Awropa û welatên Awropayê kirin: “    * Divê Bakurê Sûriyeyê weke qada bi ewle û herêma qedexeya balafiran bê îlan kirin.    * Bila hemû bazirganiyên çekan a ji bo Rojhilata Navîn bên rawestandin.    * Bila Federasyona Bakurê Sûriyeya Demokratîk mîna herêma otonom bê naskirin.   * Bila hevpeymana koçberan a bi Tirkiyeyê re bê bi dawîkirin.    * Divê lîsteya Înterpolê ya Tirkiyeyê pêşkêş kirî ji holê bê rakirin.    * Paşveşandinên Tirkiyeyê bên rawestandin.    BANG LI GELÊN AWROPAYÊ KIRIN   Ciwanên Sosyalîst, ev bang li gelên Awropayê kirin:    * Divê piştevaniy a bi gelê Kurd û hemû gelên Efrînê re bê mezin kirin û operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bên şermezarkirin.    * Ji bo gelan em têkoşînê mezintir bikin.    * Divê demildest parlamenterên girtî yên Tirkiyeyê bên berdan û ji bo berdana wan daxwazên bi hêz derbikevin holê.    SEROKÊ YES’Ê: EWROPA TEMAŞEYÊ MIRINA KURDAN KIR   Serokê YES’ê Joao Albuquerque derbarê kongferansê de ji Ajansa Mezopotmaya (MA) re axivî û wiha got : “Me biryar da ku em ji bo Efrînê çalakiyên bi hêztir û bi bandortir li dar bixin. DYA, Îngîltere û Fransa hewl didin li Sûriyeyê bidin. Em naxwazin mirinên nû rû bidin. Em dixwazin herêmek demokratîk bê avakirin. Di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrîn de welatên Ewropayê bêdeng man û temaşeyê kuştina kurdan kirin. Ji bo ev ji holê raba emê çalakî û hewldanên xwe mezintir bikin.”    MA / Ruştu Demîrkaya