Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn 2020-09-25 23:36:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ûkraynayê balafira şer ket xwar. 22 kesî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.    Wezareta Karên Navxweyî ya Ûkraynayê daxuyand ku li navçeya Çûgûyîvê ya Harkîvê balafiera eskerî ya AN-26 ketiye xwarê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 18 xwendekra û 5 muretebat di balafirê de bûne û 22 kes jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jê jî bi giranî birîndar bûne.