Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket

img

AMED - Kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmareke taybet li ber destê xwînerên xwe ye. Vê Hejmara taybet li ser vîrûsa koronayê hatiye amadekirin.

Kovara derûnnasiyê ya bi bi navê Psychology Kurdî ku ji çar mehan carek derdikeve û herî dawî destpêka salê hejmara xwe ya 10'an derxistibû. Kovar bi hejmareke taybet li ber destê xwînerên xwe ye. Vê Hejmara taybet li ser vîrûsa koronayê (Covîd-19) hatiye amadekirin. Kovar niha bi hejmareke taybet di vê meha gulanê de derket pêşberî xwîner3en xwe.
 
Ev hejmar ser hesabên xwe re wekî PDF bê pere hatiye belavkirin. Di kovarê de gelek nivîsên li ser koronayê hene lê jê wêdetir pirtûkek jî wergerandine û ew jî di dawiya kovarê de weşandine. Ev pirtûka ku ji bo tendirustiya derûnî wekî rêberek e ji aliyê “Komeleya Tendirustiyê” (The Wellness Society) ve hatiye amadekirin. Pirtûka bi navê “Bo Vîrûsa Koronayê Pirtûka Xebatê ya Anksiyeteyê” (Coronavirus Anxiety Workbook) ye ji 30 rûpelan pêk tê
 
Di vê hejmarê Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya “Tendirustiya Derûnî û Pandemiya Covîd-19ê” derbarê şewbê xwendevanan agahdar dike û li tendirustiya derûnî dikole.
 
Derûnbijîşk Dr. Azad Dildar nivîsa “Psî-Korona Şewba Xedar û Derûniya Mirov”, Derûnnas Siyabend Aslan nivîsa “Vîrûsa Koronayê û Derûniya Mirovan” û Derûnnas Leyla Nisêbînî jî nivîsa “Şewba Koronayê û Bertekên li Hember Wê” nivîsîne û li ser mijarê sekinîne.
 
M. salîh Bedirxan nivîseke ku bandora koronayê ya li ser zarokan dikole “Parastina Zarokan Ji Vîrûsa Koronayê” ye û ev nivîs latînîze kiriye.
 
Kenan Ormek jî ligel hin wêjekaran axivîye û bi navê "Di rojên koronayê de jûra wêjekaran" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
 
Her wiha di vê hejmara taybet de nivîsên kesên wekî Dr. Necat Keskîn, Derûnnas Yusuf Siyahtaş, Şêwirmendê Derûnî Erdal Gul, Derûnnasê Klînîkî Newroz Xebat Yildirim û Derûnînas Serwer Rêzikê hatine weşandin.
 
Hûn dikarın hejmara taybet ya Psychology Kurdî ji vê lînkê bixwînîn: