Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir

img

STENBOL - Grup Yorûm, ji bo k udi 9’ê Tebaxê roja Bazarê li Qada Mînîngê ya Yenîkapi konser bide, serlêdan kir. 

 
Grup Yorûm, derbarê pêvajoya dest pê kê ya hevalên xwe ketin rojiya mirin û jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Grup Yorûm, di daxuyaniya da de wiha got: “Ji sala 1985’an ve em bi stranên xwe xizantî, birçîbûna gel û bêedaletiyê heyî vedibêjin. Em li dijî kapitalîzmê sosyalîzmê dixwazin. Ji bo vê me bi sedhezaran mirov anîn gel hev. Lê ji saal 2015’an ve konserên me hatine qedexekirin. Di 5 salên dawî de gelek zext, êrîş û kiryarên cuda li koma me hatin kirin. Polîsan tenê piştî OHAL’ê, 11 caran bi ser Navenda me ya Çanda Îdîlê de girtin. Enstrumanên me hatin parçe kirin. Hatin dizîn. Îşkence li me hat kirin û hemû endamên men hatin girtin.”
 
BOLEK Û GOKÇEK JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em li dijî van êrîşan bi tu awayî bêdeng neman. Hevalên me Helîn Bolek û Îbrahîm Gokçek li dijî van hemû êrîşan di 17’ê Gulana 2019’an de dest bi greva birçîbûnê kirin. Dûre greva xwe vuherandin rojiya mirinê û di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku di em konser bidin, me ji bo 9’ê Tebaxê roja Bazarê li Qada Mînîngê ya Yenîkapi serlêdan kir. Em dixwazin mafê xwe yê konser dayînê cardin bi dest bixin. Hîna jî 4 endamên me Alî Araci, Sultan Gokçek, Bergun Varan û Emel Yeşîlirmak girtine. Em bang li hemû rewşenbîr, hunermend û parlamenterên ku gotin ‘Daxwazên Grup Yorûm Daxwazên Me ne’ dikin ku ji bo daxwazên Grup Yorûm bibin kefil. Em dizanin ku em ê bi keda we jî, di demek nêz de derkevin qadan û karibin  konserên xwe bidin û hevalên em yên girtî wê bên berdan.”