Ji bo Mûsa Anter xebata pirtûkê tê destpêkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya kampanya “Apê Mûsa 100 Salî” ye de ji aliyê Weşanxaneya Aramê de xebata pirtûka bi navê “Bîranînên Mûsa Anter” hat destpêkirin.
 
Zanayê gel û çapemeniya kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ket 100 saliya xwe. Di çarçoveya kampanya ku ji bo 100 saliya Anter hatibû destpêkirin de ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve xebateke hat destpêkirin. Weşanxaneyê, di çarçoveya kampanya ku tevahiya sala 2020’an bê berdewamkirin de bi navê “Bîranînên Mûsa Anter” xebata pirtûkekê da destpêkirin. Di xebata pirtûkê de wê malbat, xizm, dost, heval û xwendekarên wî yên rojnameger Mûsa Anter vebêjin. Wê edîtoriya pirtûka ku bîranîna têde cih bigirin jî Rojnameger Huseyîn Aykol bike. Pirtûk wê di demeke kurt de bê berhevkirin û ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve bê weşandin. Wê weşanxane xwe bigihîne kesên ku bîranînên bi Mûsa Anter binivisînîn û vebêjin. Dîsa kesên ku bîranînên wan bi Mûsa Anter re hene dikarin xwe bigihînin weşanxaneyê. Li aliyê din Weşanxaneya Aramê, gelek pirtûkên ku Mûsa Anter nivîsandiye wê bi wesîleya 100 saliyê pêşkêşî eleqeya xwînerên wî bike.
 
e-maila ku bîranînê Mûsa Anter jê re bên şandin wiha ye: araramyayin@yaho.com.tr