Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye

img

QERS - Siyasetmedar Mahmût Alinak ku pirtûka wî ya bi navê “Mehmet Tûnç û Bêkes” hat qedexekirin, got: "Ev pirtûk wesîqeyeke îbretê ye. Wê nikaribin rê li ber vê pirtûkê bigirin." 

Hinceta ji bo qedexekirina pirtûka "Mehmet Tûnç û Bêkes" a siyasetmedar Mahmût Alinak aşkere bû. Pirtûka navbirî gava ji girtiyekî di Girtîgeha Tîpa T a Qersê de hatibû şandin hatibû qedexekirin. 
 
Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 2'yan a Stenbolê, qedexekirina pirtûkê sprat van hevokên di pirtûkê de: 
 
* "Di tevgera kurd de bayê aştiyê digobilî. Li quntarên çiyayan konên aştiyê hatibûn vedan. Mirov qefle bi qefle berê xwe didan konan. Dewletê rêyên ber bi konan ve diçûn girtibûn û navê kesên diçûn dihatin tomar dikir..." (rûpel 114)
 
* "Li Farqînê ku dewletê bi çekên giran avahî û kargeh kiribûn serad..." (rûpel 115)
 
* “Dewleta bi pêşengiya AKP'ê, ji bo bajarên kurdan wêran bike dafikeke xwîndar danîbû û kemîn vegirtibûn..." (rûpel 128) 
 
Nivîskar Mahmût Alinak, biryara ji bo berhevkirin û desteserkirina pirtûka xwe nirxand û got, ev nîşaneya dijmintiya AKP'ê ye ya ji bo kurdan e. Alinak, da zanîn ku Girtîgeha Tîpa T a Qersê pirtûka wî îxbar kiriye û got: "Rêvebiriya girtîgehê di daxwaznameya xwe ya îxbarkirinê de gotiye 'Pirtûka bi navê Mehmet Tûnç û Bêkes ji bo girtiyan wekî materyala perwerdehiyê tê bikaranîn û xetereyeke mezin e.' Ev rewş tenê ne ji bo pirtûka min e. Demek berê çûm serdana girtiyan û pê hesiyam ku pirtûkên bi kurdî jî nadin girtiyan. Girtiyan got, pirtûkên derbarê kurdan de nadin wan û tên qedexekirin. Ev rewş tenê ne li girtîgehan, li qadên jiyanê hemûyan gav bi gav berbelav dibe û em jî nesîbê xwe jê digirin." 
 
'PIRTÛK WESÎQAYEKE ÎBRETÊ YE' 
 
Alinak ku ji bo qedexekirina pirtûkan got "wehşet" e, ev tişt gotin: "Ev rewş jî nîşan dide ku ka AKP'ê çi qasî ji fikr û ramanê ditirse. AKP, ji liv û tevgereke biçûk a demokratîk jî ditirse. Çimkî baş dizane bi liv û tevgereke biçûk jî dibe ku îktîdar ji dest biçe. Ev qedexekirin, tirsa AKP'ê ya ji fikr û ramanê ye ku bi destê dadgehan dike. Her wiha dijminatiya kurdan bi qedexeyan pêk tîne. AKP, ditirse ku fikr û raman bibin lehî û ber bi qadan ve biherikin û îktîdara wê biheje. Dorpêçkirina kuçeyan jî ji ber vê ye. Pirtûka 'Mehmet Tûnç û Bêkes' ji ber ku şala li ser plansaziya komkujiyê ya li Enqereyê hatiye amadekirin radike hatiye qedexekirin. Pirtûk behsa Cizîr û Mehmet Tûnç dike. Di pirtûkê de tê gotin 'Madem Cizîr heye, nexwe ji bo çi Xwedê dojeh afirandiye?' Û komkujiya li wir yeko yeko aşkere dike. Pirtûka Mehmet Tûnç wesîqayeke îbretê ye. Wê nifşên bê bi xwendina vê pirtûkê îbretê wergirin û her wiha çi dikin bila bikin wê nikarin rê li ber vê pirtûkê bigirin." 
 
Alinak, da zanîn ku ji bo biryara qedexekirina pirtûkê îtiraz kirine. 
 
MA / Adnan Bîlen