Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!

img

RIHA – Xana Kurkvana ku wargeha çermvanan bû wêran bûye. Berê li xanê 80 çermvan hebûn, lê belê niha tenê 4 esnaf mane û ji van esnafan ê herî biçûk 62 salî ye. 

 
Li Rihayê, çermvanî li ber tunebûyînê ye. Her wiha Xana Kurkvana jî ku wargeha çermvanan bû wêran bûyeç Çermvan Îbrahîm Halîl Mesçi, anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve dest bi çermvaniyê kiriye û berê li xanê nêzî 80 çermvan hebûn û got, lê belê niha 3-4 heb mane. Mesçi, diyar kir ku heger wisa biçe wê çermvanî nemîne. 
 
Mesçi ku 42 sal in vî karî dike, diyar kir ku ev kar ji dema Ahî Evran ve ji bo wan maye û got: "Bavê min li ber destê kalê min, ez jî li ber destê bavê xwe hîn bûm. Lê pêşeroja vî karî tuneye. 4 zarokên min hene, lê min yekî ji wan jî neda ber destê xwe. Em perîşan bûne, qet nebe bila ew nebin. Ji xwe hemû jî karê desta ye." 
 
‘WÊ NEMÎNE' 
 
Mesçi, da zanîn ku ew çerman ji qesaban û çermvanên li Dîlokê dikirin û pê êleg, kurk û aksesûaran çê dikin. Mesçi, got: "Tu qezenceke wê tuneye. Hem çi bi dest me bikeve em qebûl in. Ên berê qezenc dikirin. Lê niha ne wiha ye. Gava min dest bi vî karî kir 80 dikan hebûn. Lê niha 3-4 heb mane. Em çûne mirine haya kesî jê tuneye. Heger wisa dewam bike wê ev kar 10 sal şûnde nemîne." 
 
XANA KURKVANA WÊRAN BÛYE 
 
Her wiha Mesçi ji bo rewşa Xana Kurkvana jî got: "Li Tirkiyeyê kesê vî karî bi destan bike tuneye. Her tişt bûne ê fabrîkayan. Fîrmayên mezin vî karî dikin. Dewlet destekê dide van fîrmayan. Lê em 40-50 hebî çê bikin temam e. Dibên Xana Kurkvana jî berê a kesekî bûye. Ew kes jî xan kirine dikan û perçe perçe firotiye. Lê dewlet guh nade vê dîrokê jî. Em gilî dikin lê dîsa jî wekî berê ye."