Ergul: Divê parazvanên jiyanê ji bo Heskîfê dengê xwe bilind bikin

img

ÊLIH - Nûnerê Hewldana Jiyandina Heskîfê Alî Ergul, anî ziman ku her diçe bandora rûxîner a Bendava Ilisûyê zêde dibe û got: "Em israra dewletê dibînin, lê belê divê parazvanên jiyanê careke din dengê xwe bilind bikin." 

 
Piştî qalpaxên Bendava Ilisûyê hatin girtin geliyên Botan û Dîcleyê di bin avê de man û valakirina Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salî jî didome. Nûnrê Hewldana Jiyandina Heskîfê Alî Ergul, rûxandineke dijwar heye û got, parazvanên mafan ji bo Geliyê Dîcleyê dengê xwe baş bilind nekirine. 
 
'WÊ DI BIN BETONÊ DE BIMÎNE' 
 
Ergul, anî ziman ku karên ji bo rûxandinê û karên arkeolojîk bi hev re tên kirin û got, ji ber ku derbarê xebatên arkeolojîk de zanyariyên zelal tunene, niha nayê zanîn çi tê kirin. Ergul, diyar kir ku li Qesra Biçûk jî di bin navê zeximkirinê de beton tê rijandin, lê belê ji bo asta texrîbata tê kirin bê zanîn divê heyeteke serbixwe biçe û lêkolînan bike. 
 
Ergul, derbarê qada tê kolandin jî ev zanyarî parve kirin: "Ji xwe ji salên 1970'î ve tê zanîn ku li van qadan çi tê kirin. Wê demê jî bi vî hawî bi makîneyên karî çûbûn û cihên mayînê hatibûn avakirin. Îjar hemama ku tê gotin nû ye, ji berê de li wira ye." Ergul, destnîşan kir ku agahiyên derbarê bermayiyên Serdema Romayê de jî kêm in û got: "Li vira jî nediyariyek heye. Tiştên li Heskîfê tên kirin ji raya giştî tên veşartin. Dibe ku rûxandina hatiye kirin ji tişta em texmîn dikin bêtir be jî." 
 
'AGAHÎ TÊN VEŞARTIN'
 
Ergul, anî ziman ku ava bendavê gihaye sînorên navçeya Heskîfê û got: "Piraniya Heskîfê hatiye valakirin. Malên mayî jî kesên ku hîn xaniyên xwe nedane. Her wiha av jî pir zû bilind dibe. Ligel qadên dîrokî ekolojî jî tê rûxandin. Derbarê rûxandina ekolojîk de jî em tam ne serwext in. Mixabin agahiyên derbarê Projeya Bendava Ilisûyê de ji raya giştî tên veşartin." 
 
Ergul, anî ziman ku ji bo xelaskirina Heskîfê hîn jî hêvî heye û got: "Em israra dewletê dibînin, lê belê divê parazvanên jiyanê careke din dengê xwe bilind bikin. Rûxandineke mezin heye, lê hîn jî parazvanên mafan ji bo Heskîfê dengê xwe baş bilind nekirine." 
 
MA / Metîn Yoksû