Li Qoserê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya vekirin

img
MÊRDÎN - Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya  hat vekirin. Gelek kes beşdarî vekirinê bûn. 
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya ku demek berê li Qoserê hat avakirin, bi şahiyekê hat vekirin. Li avahiya komeleyê şahiyek hat li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, Rêveberên Komeleya Zimanê Ebedî (MEDi-DER), Komeleya Nîvîskarên Mezopotamya, Komeleya Çand û Hunerê ya Laleş û gelek kesên din beşdarî şahiya vekirinê bûn. Hîndekarê Komeleyê Sema Ozel Asî, diyar kir ku armanc dikin bi Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya çand û hunera Mêrdînê lêkolîn bikin û bidin jiyandin. Di bernameya vekirinê de hunermendên girêdayî Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle ya Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Bahar a Êlihê û Komeleya Çand û Hunerê ya Mêrdînê stran gotin. Şahiya vekirinê bi stran û govendê bi dawî bû.