'Em ê tawiz ji helwesta xwe ya hunerî nedin'

img
EDENE – Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo şahiyeke xwe gazî hunermend Îlyas Arzû û Kadîr Çat kiribû. Lê belê Walîtiya Êlihê bi hinceta 'qeydên wan ên sûcî' hene nehişt her du hunermend derkevin ser dikê. Hunermendan got: "Lê em ê tawiz ji helwesta xwe ya hunerî nedin." 
 
Meclîsa Ciwanan a HDP'a Êlihê, di 29'ê Mijdarê de bi dirûşmeya "Li hemberî fuhûş, tirya û sîxuriyê" şahiyek li dar xist. Meclîsê, ji bo şahiyê gazî solîstê Koma Pel Îlyaz Arzû û hunermend Kadîr Çat kiribû. Lê belê polîsan nehişt her du hunermend derdiekvins er dikê. Ji bo vê jî biryara Walîtiya Êlihê dan ber her du hunermendan. Walîtiyê bi hinceta "qeydên wan ên sûcî hene" nehişt her du hunermend daxilî şahiyê bibin. 
 
‘EM Ê TAWIZ JI HELWESTA XWE NEDIN' 
 
Hunermend Îlyas Arzû, anî ziman ku tu qeydeke wî ya sûcî tuneye û got: "A rast ev ne ji ber qeyda sûcî ye. Çimkî qeydeke min î sûcî tuneye. Bi vî awayî dixwazin mudaxileyî hunermendên ku dixwazin nirxên çandî yên gelê kurd biparêzin û pêş ve bixin. Lê ez ê tim û tim hewl bidim ku nirxên gelê kurd pêş ve bibim û ji bo vê bitêkoşim. Biryara tu walîtiyekê nikare rê li ber min bigire. Ev mudaxile ne ya walîtiya ne, polîtîkaya dewletê ye. Nexasim jî nîşaneya polîtîkayên asîmlasiyonê yên li ser gelê kurd in." 
 
Arzû, destnîşan kir ku ev biryar biryareke antîdemokratîk e û got: "Lê em ê tu carî tawiz ji helwesta xwe ya hunerî nedin. Em ê bêdeng nebin." 
 
'EM Ê HUNERA XWE ÎCRA BIKIN' 
 
Hunermend Kadîr Çat jî destnîşan kir ku ev astengî ne yên ewil û ne jî yên dawî ne û got, zext û zoriyên dijwar li ser hunermendên kurd û muxalif hene. Çat, anî ziman ku hunermend tên fîşkirin û got: "Lê çi dibe bila bibe em ê hunera xwe îcra bikin. Em nêzîkatiyên bi vî rengî qebûl nakin." 
 
MA / Hamdûllah Kesen