Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ava bû

img
MÊRDÎN - Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê hat avakirin. Hevserokê komeleyê Eyup Guven, anî ziman ku ew ê di warê çapkirina berhemên nivîskarên nû de alîkariyê bikin. 
 
Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê hat avakirin. Armanca komeleyê ew e ku nivîskarên li herêmê bîne cem hev du. Her wiha armanceke din a komeleyê jî ew e ku nivîskarên bi kurdî, tirkî, erebî, suryanî, ermenkî û zimanên din dinivîsin bîne cem hev du, di warê çapkirina berheman de bi piştevaniyî tev bigere. Komele li ser esasê modela hevserokatiyê hatiye avakirin. Hevserokê komeleyê nivîskar Eyup Guven û Leyla Yarar in. 
 
Hevserokê komeleyê Eyup Guven, diyar kir ku komele bi rêya PEN'a Kurd hatiye avakirin û got: "Di warê wêjeyê de valahiyek hebû û me jî ev yek kir. Armanca me, parastina mafên nivîskarên li herêmê û alîkarî û piştevaniya ji bo nivîskara ye." Guven, anî ziman ku wê komele di warê çapkirina berhemên nivîskarên nû de ku nikarin berhemên xwe çap bikin alîkariya nivîskaran bike. 
 
ÇANDEKE PIRZIMANΠ
 
Guven, anî ziman ku nivîskar hemû divê bi zimanê xwe yê zikmakî berhemên xwe binivîsin û got: "Em dixwazin çanda pirzimaniyê ji nû ve zînde bikin. Me civateke ku suryanî, ereb, ermenî û kurd di nav de çê kir. Ji bo wêje û çanda li herêmê hatiye windakirin ji nû ve zînde bibe, em ketin nav hin nîqaşan." 
 
Guven ku got "Em ê dîwaran ji xwe re nekin sînor", anî ziman ku ji bo endamên komeleyê panel, gotûbêj çê kirine. Guven, da zanîn ku ew ê atolyeyên wêje û helbestê jî çê bikin û got, ew ê xwe bigihînin gel. 
 
MA / Omer Akin