8 meh derbas bûne hîn jî îskeleya Keşîşxaneya Oşkiyê nehatiye danîn

img

ERZIROM – Li Erziromê, ji bo restorekirinê Keşîşxaneya Oşkiyê ji bo 5 mehan dabûn ber îhaley. Bedêla îhaleyê milyon û 430 hezar TL bû. Lê belê di ser dema îhaleyê re 3 meh derbas bûne, hîn jî keşşxane nehatiye temamkirin. 

Li gundê Çamliyamaç ê navçeya Ûzûndere ya Erziromê, Keşîşxaneya Oşkiyê ku di sedsala 10'an de ji aliyê Qiralê Gurcî Kûropalat ve hatiye hatiye çêkirin, ji ber îhmalkariyê zirareke mezin dîtiye. Ji bo dêr neyê rûxandin, di 22'yê Adara 2018'an de wê dabûn ber îhaleyê. Lê belê di ser îhaleyê re 3 meh derbas bûne hîn jî restorekirina keşîşxaneyê temam nebûye. Bedêla îhaleyê bi milyon û 430 hezar TL'yî bû. 
 
Diviya îhale di 27'ê Tebaxa 2019'an de biqediyana, lê belê di ser dema hatibû diyarkirin 3 meh derbas bûne hîn jî restorekirinê neqediyaye. Lê belê 8 meh in hîn îskeleya ji bo parastinê jî nehatiye dayîn û nediyar e wê restorekirina keşîşxaneya dîrokî kengî dest pê bike.