Ji bo dengbêjiyê hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê kampanya hat destpêkirin

img

AMED – Hunermenda kurd a muzîka operayê dike Pervîn Chakar ji bo dengbêjî hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO li ser înternetê kampanya da destpêkirin. 

 
Hunermenda kurd a muzîka operayê dike Pervîn Chakar ji bo çanda dengbêjiyê ya wêjeya devkî heta roja me îro aniye û rolek girîng dileyîze hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê, li ser malpera Change.org a înternetê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Kampanya bi zimanê kurdî, tirkî, îngîlîzî, elmanî û îtalî hatiye destpêkirin.
 
‘JI BO DENGBÊJÎ WINDA NEBE’ 
 
Chakar ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ji bo çand û kevneşopiya dengbêjiyê winda nebe û bê parastin û li qada cîhanê bibe xwedî nirx vê kampanyayê daye destpêkirin. Chakar got Komeleya Çand û Hunerê ya Evdalê Zeynikê ya li Agiriyê xebatên xwe birêve dibe jî ji bo dengbêjî li lîsteya mîrateyên çandî were zêde kirin dest bi hewldanan kiriye û xwest piştevanî ji bo kampanyayê mezin bibe. Chakar anî ziman ku Malên Dengbêjan jî xwedî cihek gelek girîng in. 
 
Yên bixwazin kampanyayê îmze bikin dikarin xwe li ser vê rûpelê bigihîninê: