Heger tevdîr neyên girtin wê dêra dîrokî hilweşe

img

AMED - Dêra Sûrp Sarkîs a ermenî, bi salan hat texrîbkirin, kevirên wê hatin firotin û bû hedefa defînegeran. Rûveyla Tûnç ku derbarê dêrê de lêkolîn kirin, got: "Heger dêr bi temamî hilweşe, wê hafize û bîrek winda bibe." 

Li Taxa Alîpaşa ya navçeya Sûr a Amedê, Dêra Sûrp Sarkîs a ermenî ku tê gotin di sedsala 16'an de hatiye çêkirin, hindik maye hilweşe. Rûveyla Tûnç ku derbarê dêrê de lêkolîn kirin, got: "Heger dêr bi temamî hilweşe, wê hafize û bîrek winda bibe." 
 
Rûveyda Tûnç ku Beşa Zimanên Rojhilatî ya Zanîngeha Enqereyê kuta kiriye, bi navê "Bîr û Mekan" xebatek kir û di vê xebata xwe de bal kişandiye ser Dêra Sûrp Sarkîsê. Tûnç, da zanîn ku wekî dêrên mezin ên di bin banê Dêra Sûrp Sarkîsê de jî dibistanek hebûye û got: "Di sedsala 16'an de di vê dibistanê de dersên ermenîk, û teolojiyê dihatin dayîn. Di salên 1800'î de li Amedê ji du dibistanên mezin yek jê Sûrp Sarkîsê bû. Dibistana din jî Sûrp Gîragos bû. Li her du dibistanan ji sibehê heta nîvro dersên ermenîkî û tirkî, ji nîvro heta êvarî jî dersên sinhetkariyê, pêlavvaniyê, terzîtî, kurtan, nalbediyê dihatin dayîn. Lê belê piştî Patrîgê Ermenî Garabêtê 3'yan kêmaniya di warê perwerdehiyêd e ferq dike, di sala 1824'an de giştînameyekê ji cemaetên ermenî re dişîne û ji wan dixwaze li bajaran hemûyan dibistanên ku karibin esnafan fînanse bikin vebike. Piştî vê giştînameyê li van bajaran dibistan tên çêkirin. Piştî van dibistanan perwerdehî zêde dibe û piştî sala 1847'an di bin banê Sûrp Sarkîsê de jî ji bo zarokên keç dibistanek tê çêkirin. Li vê dibistanê rojên yekşema zarokên keç hînî xwendin û nivîsandinê dibûn û paşê ji bo mezinan jî perwerdehî dihat dayîn. Bi vî awayî gelek sinhetkar jî di warê xwe de pêş diketin. Li van dibistanan dersên matematîkê, erdnîgarî, xweza, wêjeya osmanî, mantiq, astronomî, qanûna ceza, nezheb, destkarî dihatin dayîn. Dibistana Seretayî ya Yavûz Sûltan Selîm, Suleyman Nazîf, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê wê çaxê hatine çêkirin û dibistanên ermeniyan bûne." 
 
‘HINDIK MAYE HILWEŞE' 
 
Tûnç, bibîr anî ku di sînorên osmaniyan de 4 hezar û 572 dibistan hebûne û ji van dibistana 4 hezar û 74 jê bê ruxset bûne û got, di sala 1893'yan de ruxset dane Dêra Sûrp Sarkîsê. Tûnç, got: "Lê belê ruxset nedane dibistana zarokên keç. Tişta ecêb ew e ku di sala 1893'yan de ruxset tê dayîn, lê belê di bûyerên sala 1894-95'an de Dêra Sûrp Sarkîsê jî nesîbê xwe digire. Dêr şewitiye, dibistan hatine texrîbkirin. Her wiha wê çaxê gelek kargeh û qadên jiyanê yên ermeniyan jî hatine texrîbkirin. Çarşiya Şewitî yek ji van dera ye. Di belgeyeke ku di 2'yê Tebaxa 1899'an de hatiye nivîsandin de tê gotin ku ji bo tamîrkirina dêr û dibistanan ruxsetek hatiye dayîn. Piştî 1915'an kesên dest danîn ser dêr û dibistanan, ev der kirin fabrîke, axur û embar. Di salên dawî de ji ber pevçûnên li Sûrê bajar xistin ber veguherîna baêjr û ji ber vê Dêra Sûrp Sarkîs jî li ber hilweşandinê ye." 
 
‘DEMILDEST DIVÊ GAVIN BÊN AVÊTIN' 
 
Tûnç, destnîşan kir ku dêr ji aliyê defînegeran ve hatiye texrîbkirin û kevirên dêrê jî hatine firotin. Tûnç, anî ziman ku ji sedî 80'yê dêrê texrîb bûye û got: "Ji bo vira demildest divê gavin bên avêtin û hin tişt bên kirin. Heger dêr hilweşe wê bîr û hafizeyek jî winda bibe. Li Alîpaşayê hem suryanî, hem ermenî, hem jî misilman tev de jiyane. Li ber rûxandinê ye, lê hîn jî turîstên tên û diçin. Her sal ji Ermenîstanê qefle bi qefle mirov tên ûs erdana wê dikin. Hege rbê tadîlatkirin wê bibe wargeha turîstan."