Dengbêjên Ciwan şev geş kirin

img
AMED – Dengbêjên Ciwan yên NÇM’ê li Parka Koşûyolûyê bi kilamên xwe yên dengbêjiyê şev geş kirin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her dawiya hefteyê li Parka Koşûyolûyê bernameya "Şahiyên Hewa yên Vekirî" ya bi navê "Jiyan ya me ye, gotin ya me ye" îro berdewam dike. Bi sedan kes tevlî bernameyê bûn. Berî ku bernameya dengbêjan dest pê bike ciwanan bi stranên ser dikê hatî pêşkeş kirin govend gerandin. Pişt re Dengbêjên Ciwan yên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) yên ku bajarên cuda hatî derketin ser dike û bi kilamên xwe yên dengbêjiyê şev geş kirin. Beşdarvanan hezkirina xwe ya kilaman çepikan dan nîşandan. Zarokan jî bi baldarî kilam guhdar kirin.