'Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin bibin şirîkên xeyalên zarokan '

img
ENQERE - Gazel Bulut, ji bo zarokên ku ji dayikên dûr an jî ligel dayikên xwe di girtîgehe de mezin bûne, pirtûka çîrokan nivîsî û got "Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin bibin şirîkên xeyalên zarokan"
 
Gazel Bulut a li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira girtî ye ji bo zarokan pirtûka "Çirokên Dilop dikin (Damlayan Masallar)" nivîsand. Pirtûka "Çîrokên Dilop dikin" hat çapkirin û gihişt destê xwîneran. Bulut, ji bo zarokên ku ji zarokantiya xwe dûr ketine an jî ji bo zarokên ku li gel dayikên xwe li girtîgehê mezin bûne pirtûk nivîsand û çapkir. Di pirtukê de li gel çîrokên Bulut, çîrokên Figen Yuksekdag û ve Gultan Kişanak jî cih digire. 
 
Nivîskar Gazel Bulut ji girtîgehê pirsên me bersivandin û diyar kir ku ji roja hatiye girtine heta pirtûk nivîsand keça wê Çîgdem Arjîn di fikra wê de hebû û difikirî ku ji bo wê çi bike. Bulut, anî ziman ku vê fikrê her dem rê li pêş wê vekir ku çîrokan binvîse. Bulut, da zanîn ku di destpêkê de pir ne serkeftî bû û wiha got: "Piştî demek nêzîk li Girtîgeha Muglayê mam, bêyî daxwaza xwe ez anîm Girtîgeha Tarsûsê. Piştî ez anîm Tarsûsê min wekî berê zêde keça xwe nedît. Piştre min sewqa xwe ji bo Girtîgeha Kandira  xwest. Piştî ez hatim Girtîgeha Kandirayê, keça min bi hêsantir dikaribû bihata ziyareta min û me dikarîbû bêtir hev bidîtaya. Min carekê 3 rojan li cem xwe jî hişt. Têkileyek baş di nava min û keça min de çêbûbû. Min dixwest zêde dem winda nekim û wê dema borî tijî bikim. Min xwest wê pêvajoya ku ez ji keça xwe dûr ji bo zarokên ku ji dayika xwe dûr û hestê wan binivîsim. Li ser vê fikrê fikra “Çîrokên Dilop dikin" pêş ket. 
 
Bulut, anî ziman ku dema ev çîrok nivîsî nefikî ku ev pirtûk li Tirkiye bibe çîrokek yekem û wiha got: "Ez fikirîm ku berê tiştekî wisa hatiye nivîsandin. Piştî xebatan û nameyê ji min re hat, ez fêr bûm ku ev pirtûk li Tirkiye cerebeyekî yekem e. Ev min pir kêfxweş dike. Ez difikirim ku çend çîrokên din ên bi wêneyan xurt dikim ji bo zarokên biçûk binivîsim. Her dayik dixwaze ji bo zarokên xwe pirsgirêkan çareser bike. Dixwaze zarokên ku bi hezkirin û coş mezin dibin û lêpirîn dikin mezin bikin. Pirtûka Çîrokên Dilop dike li ser van mijaran rawestiya ye. Xebatek kolektif e. Fikrên dayikan ên hevpar di nava xwe de vedihewîne. Fikrên dayikên girtî di vê pirtûkê de cihê xwe dibîne. Pirtûka "Çîrokên Dîlop dike" ji bo çîrokan ji zarokan re bêje wekî Arjîn ku dayiak wê girtî ye, ji bo zarokên din jî di vegotina çîrokan de wê kêm bimîne bê guman. Ji ber ku çirokbejê herî baş binivîse jî vebêje jî wê disa kêm be. Ji ber ku dayik û bavê zarokan bûyerek herî rojane û ji rêzê jî ji zarokên xwe re bêje ji bo zarokan çîrokbêja herî baş dayik û bav e. 
 
GAZEL KÎ YE 
 
Bulut ji malbatek Dersîmî ye. Li Xarpêtê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Xarpêtê xwend. Piştre beşa Moda û Fesaliyê ya Zanîngeha Munzurê qezenç kir. Di sala 2013'an de di rojnameya Ozgur Gelecek de xebitî. Bulut, di vê pêvajoyê de bi hinceta tev li çakakiyan bûye hat girtin. Piştî 10 mehan girtî ma, bi şertê kontrola edlî hat berdan. Bulut, piştî der barê wê de 10 sal û 10 meh ceza hat birîn û erêkirin dîsa hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê ye." 
 
MA / Zemo Aggoz