Keşîşxaneya Surp Stepanos dê li gorî eslê wê restore bikin

img
WAN- Komîsyona Bawerî û Nirxan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê Keşîşxaneya Surp Stepanos a li navçeya Bêgirê ku beşek mezin jê hilweşiyaye li gorî eslê wê dê restore bike. 
 
Keşîşxaneya Surp Stepanos a li navçeya Bêgirê ya Wanê beşek mezin jê hilweşiyaye. Komîsyona Bawerî û Nirxan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê keşîşxaneyê li gorî eslê wê restore bike. Tê gotin ku keşîşxane di sedsala 13’yemîn de hatiyte avakirin û heta sala 1915’an de ji îbadetê re vekiribûye. Bi taybetî piştî salên  1970’î beşek mezin hilweşiya. Tevî hemû rûxandinan keşîşxane bi sedsalane li ser pêya ye. Di 50 salên dawî de jî keşîşxane bûye hedefa kesên li xezîneyê digerin. 
 
Endamên Komîsyona Bawerî û Nirxan a Şaredariyê keşîşxaneyê lêkolîn kirin û ji bo rûxandina wê raporek amade kirin. Seroka Komîsyonê Melîce Gormez diyar kir ku li keşîşxaneyê rûxandinek mezin pêk hatiye û divê ev keşîşxane demildest bê restorekirin. 
 
'EM DIXWAZIN HEMÛ ŞÛNWARÊN DÎROKÎ LI SER PÊYA BIMÎNIN’ 
 
Gormez anî ziman ku ew ê li hemû şûnwarên dîrokî yên li Wanê lêkolînan bikin û got: “Em ê van şûnwarên dîrokî restore bikin. Ji bo ku ji nûve ji îbadetê û ziyaretê re vebibin.” Gormez da zanîn ku Komîsyona Bawerî û Nirxan yekemîn car li Tirkiyeyê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatiye avakirin. Gormez destnîşan kir ku wan wek komîsyonê lig elek şûnwarên dîrokî ziyaret pêk anîne û raporan derbarê wan de amade dikin û got: “Pêwîste em çanda bi hev re jiyankirinê dîsa ava bikin. Bila gelê me viya baş dizanibe xezîneyên esasî van cihên dîrokî ne. Ji bo ev şûnwarên dîrokî li ser pêya bimînin dewlemendiya me ya herî mezin e. Em di vê mijarê de ji her kesî piştevaniyê dixwazin û dixwazin her kes bi hestiyar tevbigere.”