Hunermendên Kurd qala Aram Tîgran kirin: Jiyandina muzîka wî erka me ye

img

AMED - Hunermendên Kurd Rewşen Çelîker, Mem Ararat û Mehmet Atli, qala hunermend Aram Tîgran kirin. Hunermendan anîn ziman ku mezinkirin û jiyandina muzîka Aram erka wan e.

Hunermendê muzîka Kurdî Aram Tîgran ku di 9'ê Texaba 2019'an de di 75 saliya xwe de li sirgûniyê jiyana xwe ji dest da, ji ber Tirkiye destûr neda li Amedê defin bikin li Belçîkayê defin kirin. Di ser koçkirina Aram re 10 sal derbas bûn. Malbata Aram a Ermenî ji bo xwe ji komkujiyê rizgar bike koçî bajarê Qamişlo yê Bakurê Sûriyeyê kirin. Aram Tigran di sala 1934'an de li Qamişlo ji dayik bû. Di 9 saliya xwe de bi muzîkê eleqeder bû. Tigran, di temenê xwe yê 55 salî bi zimanê Kurdî, Ermenî, Suryanî, Erebi, Tirkî û Yûnanî sitran gotin. Di sala 1995’an de li bajarê Atina yê Yûnanîstanê bi cih bû. Di 9'ê Tebaxa 2009'an de di 75 saliya xwe de ji yana xwe ji dest da. Li ser daxwaza wî malbatê xwest Aram li Amedê defin bikin. Lê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiye destûr neda ku cenazeyê Aram li Amedê defin bikin. Li ser vê yekê malbatê li Bruksel a Belçîka cenazeyê Aram defin kirin. 
 
Hunermendên Kurd Rewşen Çelîker, Mem Ararat û Mehmet Atlî, li ser muzîka kurdî û rola Aram Tigran a li ser Muzûka Kurdî axivîn.
 
‘SADE Û JI DIL BÛ' 
 
Hunermend Rewşen Çelîker ku bi muzîka Kurd a Klasik eleqeder dibe, diyar kir ku hêj zarok bû Aram Tigran bi strana “lolo pismamo” nas kir û wiha got: "Stranên Tigran hîtabî her kesî dike. Taybetiya herî mezin a Aram Tigran muzîka wî pir sade û ji dil e. Her kes fam dike. Di formata muzika gelê Kurd de ye. Peyvê stranê di jiyana rojane de ye. Cumbuş di muzîka Kurdî de bi Aram Tigran hat nasîn. Dengê wî êş, şahî, evîn û efsaneyên Kurd dianî ziman. Di gotin û denge wî de li şûna hêrsê, aramî û azadî hebû. Sewta wî ya zîs û sade ji dil bû. Bi gotina xwe ji yana gel anî ziman. Hafizaya civakê anî ziman. Stranên wî civakî bûn. Mirovan xwe di nava muzîka wî de dît." 
 
Çelîker, anî ziman ku Radyoya Erîvanê dengê Tigran li nava Kurdan belav kir u wiha lê zêde kir: “Dengê Aram bi rêya Radyoya Erivanê belav û û heta îro hat. Gelek kesan ji bo li muzîka Aram guhdar bike Radyoya Erîvanê vekirin. Divê em Aram û muzîka wî bidin jiyandin. Arşîvek pir mezin a muzîkê ji mere hişt. Divê Ekola wî berdewam bike."
 
ARARAT: EZ BI MUZÎKA ARAM KETIM RÊ
 
Hunermend Mem Ararat jî anî ziman ku Aram Tigran gelek bandor li ser wî kiriye û wiha got: "Tigran ji bo hemû kesên bi muzîka Kurdî eleqeder dibe stêrka zer e. Hûn aydî kijan nasname, ziman û nijadê bin, hûn hunermendê wê neteweyê ne. Aram bi muzîk û besteyên xwe kedek mezin daye muzîka kurdî. Bi muzîka xwe rê li pêşiya bişaftina Kurdî girtiye. Dema Kurdî di rewşek zahmet de bû piştgiriyek mezin da Kurdî. Ez wekî hunermendekî kurd di huner û muzîka Kurdî de deyndarê Aram im. Wekî Mihemed Şêxo û Mihemed Arif bû pêşeng. Ji bo gelek hunermendên Kurd ên muzîka Kurd pêş dixin Sitêrka Zer e. Ez ji muzîka Kurdî û ji Aram Dîkran, Mihemed Şêxo, Rençber Ezîz û Hesen Zîrek ketim rê. Ez ji Meyremxan, Şakiro û Krapêtê Xaço ketim rê." 
 
KASETEK WÎ TENÊ LI MALA ME HEBÛ MIN Û DAYIKA XWE DEMEK DIRÊJ LÊ GUHDAR KIR
 
Hunermend Mehmet Atli ji anî ziman ku dema Aram Tigran tê gotin qaseta wî ya li mala wan tê bîra wî û wiha got: "Hêj ez zarok bûm kasetek wî li mala me hebû. Tenê ew kaseta wî hebû. Min u diya xwe demek pir dirêj li wê kasetawî guhdar kir. Kurdiya wî pir sade û pak bû. Bi Cumbuş, darbuka û denê xwe yê zelal soundek ava kiribû. Hemû helbestên herî xweş stranên gel di stranên xwe de digot. Muzîka Aram di navbera mirovan de bû pir. Min stranên Lo Şivano, Pismamo, Peşîya Malê, Ay Dilberê ji Aram girt û dinava repertuara min de cihê herî xweş digire." 
 
MA / Lezgin Akdeniz