Romana Hesen Ildiz 'Qal' derçû

img
AMED - Hesen Ildiz piştî pirtûka xwe ya ewilî Tirspîvan (Belkî, Çîrok. 2015), niha jî bi romanekê derdikeve pêşiya xwîneran. Qal, ji Weşanên Peywendê derçû.
 
Hesen Ildiz ku di 2015’yan de ji Weşanxaneya Belkî pirtûka wî ya çîrokan a bi navê Tirspîvan derçûbû, niha jî bi romanekê derdikeve pêşberî xwîneran. Romana Ildiz, a bi navê Qal, ji Weşanên Peywendê derçû. 
Pirtûka QAL, çiroka R. Baran, ê ku di navbera hebûn û tûnebûnê de asêmayî, yê ku çarseriyê di xwekuştinê de dibîne vedibêje. Bidestxistina wateya hebûnê ya ku di wextê şer de bi temamî girîngiya xwe winda dike di romanê de cihekî sereke digire. Li ser têkiliya law û bavan û bi rêya bertekên li dijî norm û rolên civakî, lihevnekirinên takekesî û civakî derdixe pêş.
 
Hesen Ildiz, di sala 1991ê de li gundekî Mêrdînê hatiye dinê. Faqulteya tibbê ya Cerahpaşayê qedandiyê û niha li Berlînê dijî û li wir bi zimanan kurdî, elmanî û tirkî xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.