Êşa xwe bi çêkirina berhemên hunerî re dixeritîne

img

AMED – Mustafa Bîlîr (52) ji dar û textikên bi kêr nayên, hunerek balkêş hildiberîne. Darên ku berhev dike vediguherîne berhemên hunerî û berhemên wî mirovan matmayî dihêlin. Bîlîr got wî xeyala zarokatiya xwe piştî 50 saliya xwe pêk aniye û ew bi çêkirina van berhemên hûnerî êşa nava dilê xwe dixeritîne. 

Bi salane ji ber polîtîkayên dewletê yên li hemberî kurdan li bajarên herêmê şer heye û girêdayî vî şerî xizaniyek kûr jî heye. Li gel vê rewşê jî hin kes bi derfetên xwe yên kêm reng didin jiyana xwe û xwe di gelek aliyan de bi pêş dixin. Yek ji van kesan jî Mustafa Bîlîr (52) ye ku xwe di hêla hunera destan de bi pêş xistiye.
 
Bîlîr di sala 1993’an de ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji neçarî koçî Amedê dike û ji bo debara mala xwe bike di heman salê de li semta Bayramoglû ya navçeya Rezan a Amedê dibe dergevanê bînayekê. Di nav salan de li gel karê xwe yê dergevaniyê di binê bînaya ku dergevaniya wê dike de dikaneke vedike û bi vê yekê jiyana xwe didomîne. 
 
DI 50 SALIYA XWE DE DEST BI KARÊ HUNERÎ KIR  
 
Bîlîr piştî 50 saliya xwe xeyala xwe ya zarokatiyê di sala 2017’an de bi tamîrkirina tembûra xwe ya ku her şev bi hevjîna xwe re pê stran dibêje dest bi hunera destan dike. Bîlîr bi van gotinan “Rojek tembûra min xera bû. Beyî ku bibim ser hosteyên tembûran min bixwe tamîr kir. Dema vê temîrkirinê min hîn kir ku ez dikarim karê hûnera destan bikim.” qala destpêkirina vê hunera xwe kir. Bîlîr li dikana xwe hem firoşgeriyê dike û hem jî bi destan teşe dide dar û textikên avêtî yên ku bi destên xwe berhev dike.
 
REMZA ‘DURÛTIYÊ’ Û ‘WÎJDANÊ’ ÇÊKIRIYE 
 
Bîlîr berhemên cûr bi cûr ku ji portreyên mirovan bigire heta teşeyên heywanan û wesayît, keştî, balafir çêkiriye. Her wiha du berhemên balkêş jî çêkiriye. Yek ji van teşe ango portreyê “durûtiyê” ye û yek din jî teşe ango remza “wîjdan-edaletê” çêkiriye. Bîlîr dibêje ku ew bi van her du berhemên xwe banga bidawîbûna durûtiyê û pêkanîna wîjdan û edaletê dike.  
 
Ji bo em kar û barên hunerî yên Bîlîr bişopînin me berê xwe da dikana Zana û li çîroka wî guhdar kir. 
 
BI TAMÎRKIRINA TEMBÛRA XWE DEST BI VÎ KARÎ DIKE 
 
Bîlîr diyar kir ku beriya 2 salan bi munasebeta xerabûna tembûra xwe dest bi karê hunera destan kiriye û wiha got: “Beriya 30 salan ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hatime Amedê. Niha li bînaya ser dikana xwe dergevaniyê dikim. Bi karê xwe yê dergevaniyê re li dikanê jî dinêrim û bi hunera destan re jî mijûl dibim.”
 
DAR DI DESTÊ WÎ DE DIBIN TEŞEYÊN RENGÎN 
 
Bîlîr anî ziman ku darên ku ji xelkê re nabin, tên avêtin, kêrî wî tên û di destê wî de teşeyên rengîn digirin û dibin berhemên hûnerî. Bîlîr da zanîn ku destpêkê ne ji bo hunerê ji bo ku pê mijûl bibe teşe daye daran û ev tişt anî ziman: “Destpêkê min digot tiştên ku çêbikim bidim neviyên xwe. Lê niha bala xwe didimê berhemên çêdikim zêde dibin. Ji bo firotinê jî gelek kes dixwazin lê heta niha min qet nefirotiye. Tenê carekê kesek bi zorê motorsîkletek ku min çêkiribû ji min kiriye. Wekî din min qet nefirotiye.”
 
Bîlîr da zanîn ku niyeta wî heye hin berhemên çêkiriye ji bo ji xwe re amûran bikire û atolyeyekê ji xwe re veke bifiroşe û got: “Ji bo ku hin baştir û xweşiktir biafirînim hin amûr ji min re lazim in. Ez ê bi van amûran zêdetir xwe bi pêş bixim.”
 
‘EZ DIXWAZIM REMZA ÎXANETÊ ÇÊBIKIM’ 
 
Bîlîr destnîşan kir ku kula wî ya herî mezin ewe ku bi daran sembolek îxaneta kurdan çêbike û bike ku her kesek kurd ji wê remzê şerm bike.Bîlîr got îxanet ango nelihevkirina kurdan êşek mezin bi wî re dide peydakirin. Bîlîr da zanîn ku ew difikire di siberojê de li ser remzeyek netewî ya kurdan jî berhemek çêbike. 
 
Bîlîr anî ziman ku ew li ser karê xwe yê hunerê carna jî li ser înternetê lêkolînan dike û wêne û dîmenên li welatên cuda hatine kişandin temaşe dike û ji wan sûdê werdigire. 
 
‘EZ ÊŞA XWE BI VAN DARAN RE DIXERITÎNIM’ 
 
Bîlîr destnîşan kir ku carna hin kesên tên jê re dibêjin “tu çidikî?” û wiha qala bersiva ku dide van kesan kir: “Ez jî ji wan re dibêjim xwe dixeritînim. Di rastiyê de ez ne tenê dar dixeritînim, xwe jî bi dar re dixeritînim. Hundirê xwe bi vê xeritandinê paqij dikim. Êşa xwe dixeritînim û li ser dar dinexişînim. Ez dixwazim cil û bergê kurdan û sûretê kurdan çêbikim. Lê derfetên min tune ne.” 
 
‘LI ŞÛNA TIŞTÊN WIHA BALA CIWANAN LI SER ÎNTERNETÊ YE’ 
 
Bîlîr diyar kir ku ew dixwaze karê ku dike bigihîne hin mirovên din jî da ku piştî wî ev kar bê dewamkirin û got: “Lê ji ber şert û mercên îro, guhê ciwanan ne li ser tiştên wiha ye. Ji tiştên wiha wêdetir bala wan li ser înternetê ye.”  
 
‘DIXWAZIM AMÛRÊN BERÊ BI NIFŞÊN NÛ BIDIM NASÎN’ 
 
Bîlîr anî ziman ku ew dixwaze amûrên berê yên cotkariyê û yên zarokatiya xwe jî çêbike û wiha got: “Zarokên niha tiştên wiha neditîne. Bi vê yekê dixwazim jiyana berê bi wan bidime nasîn.” 
 
‘DIXWAZIM TIŞTÊN KESÎ NEDÎTIYE ÇÊBIKIM’  
 
Bîlîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwaze tiştên ku heta niha mirovan nedîtiye û çênekiriye çêbike û ji bo niha planeke wî ya pêşengehê nîne lê ew ê ji bo siberojê ji bo pêşengehê jî bifikire. 
 
MA / Kadrî Esen - Bîlal Guldem