Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin

img
STENBOL – Komeleya Lêkolînên Kurd îsal cara ewil ji bo zarokan pol vedike. Ji rêveberên komeleyê Eyyup Subaşi bang li malbatan kir û got: “Li şûna ku zarokên xwe li malê didin rûniştandin, bila bînin komeleyê zimanê xwe hîn bibin.” 
 
Komeleya Lêkolînên Kurdî, ji bo serdema havînê qeydên dersên kurdî da destpêkirin. Dê dersdayîn di 29’ê hezîranê de dest pê bike. Qeyd dê heta dema ders destpê bike dewam bike. Komeleyê ji bo asta 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn pol vedike û cara ewil e ji bo zarokan jî perwrdehiya ziman dê bide. Dê rojên şemiyan ders bê dayîn. Ji bop ola 1’emîn saet di navbera 11.00 û 14.00’an de, ji bo polên 2’yemîn û 3’yemîn jî dê saet di navbera 14.00 û 17.00’an de ders bê dayîn. 
 
Ji rêveberên saziyê Eyyûp Subaşi da zanîn ku yekem care ew di havînê de ji bo zarokan dersa kurdî didin. 
 
‘CARA YEKEM E EM POLÊN ZAROKAN VEDIKIN’ 
 
Subaşi anî ziman ku dê ji bo zarokan 3 astan pol vebikin û wiha got: “Cara yekeme em polên zarokan vedikin. Zarokên temenê wan di navbera 8-12’an de dikarin li vir perwerdehiyê bibîne. Bi taybetî ev kursên me ji bo zarokên dizanin bixwînin û binivîsînin. Heke ji bo van polên me daxwaz zêde be em ê bi awayek sîstematîk polê vebikin. Armanca me ew e ku em di siberojê de li taxan jî perwerdehiyê bidin zarokan. Me xwest em em ji komeleyê destpê bikin.” 
 
‘JI BO KU ZAROKÊN WAN BI KURDÎ FÊR BIBIN BILA ZAROKAN BÎNIN QEYD BIKIN’ 
 
Subaşi destnîşan kir ku ji bo zimanek zindî bimîne û tune nebe divê zarok bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û wiha got: “Heke ku zarok nikaribin bi zimanê xwe biaxivin, ew ziman mehkûmî mirinê dibe. Îro li metropolên Tirkiyeyê ji bo perwerdehiya kurdî derfet tune ne. Her tişt bi tirkî ye. Zarokên kurd jî neçarin bi tirkî biaxivin. Ji bo ev yek bê şikandin û zarok dikaribin bi kurdî perwerdehiyê bibînin û fêrî zimanê xwe bibin me van polan vekir.”
 
Subaşi bang li malbatên kurd kir û got: “Ji bo zarok fêrî zimanê xwe bibin bila malbatên me zarokên xwe bînin qeyd bikin. Li şûna ku zarokên wan li malên xwe rûnên bila bînin qeyda wan çêbikin. Heke ziman ji dest biçe dê piştî du sê nifşên din dîsa zindîkirina wî zimanî zor e. Bila werin zarokên wan fêrî kurdî bibin û vê yekê pêk bînin.”