Li Qersê dema festîvalê ye

img
QERS – Şaredariya Qersê dê yekemîn Festîvala Xwezayê û Çandê ya Serhatê li dar bixe. Bernameya festîvalê dewlemende û ji meşa xwezayê bigire heta konseran dê şahî bên lidarxistin. 
 
Şaredariya Qersê ya di bin rêveberiya HDP’ê de dê îsal yekem car Festîvala Xweza û Çandê ya Serhatê li dar bixe. Festîval dê di navbera 29-30 hezîranê de dê li zozanên Qersê bê lidarxistin. Bernameya mihrîcanê jî dewlemende. 
 
Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen derbarê festîvalê de daxuyanî dan û hemû gelê Qersê vexwendin festîvalê.
 
Hat gotin dê di festîvalê de berhemên bi keda jinan hatine çêkirin û ji bo jin dikaribin hilberînên qatixên xwe bifiroşin dê di şahiya festîvalê de cih bigirin.
 
BERNAMEYA FESTÎVALÊ TIJE YE 
 
Festîval roja şemiyê 29’ê hezîranê saet di 09.00'an de dê bi kortej destpê bike û wê bi panela “Di dîroka Qersê de Komara ‘Şûra’ û ‘Cenub-î Garbî Kafkas” berdewam bike. Bernameya li Zozanê Qersê jî dê bi vekirina festîvalê dest pê bike û pêşbaziya hespan û pêşandana cîrîdê pêk were. Hunermend Îlkay Akkaya dê di konsera vekirinê de cih bigire. Wê dansên herêma Amed û Kafkasê bên nîşandan. Dê hunermend Seyfî Yerlîkaya û Ozlem Baglayan jî konsert bidin. Roja ewil a festivalê dê bi konsera Kardeş Turkulerê bi dawî bibe. 
 
MEŞA XWEZAYÊ Û ŞAHIYA ZAROKAN 
 
Festîval roja yekşemê 30’ê hezîranê dê li herêma Kirk Tuneller û Dereîçî meş bê lidarxistin. Piştî meşê dê seyranê li dar bixin. Pişt re dê şahiya zarokan bê lidarxistin. 
 
DENGBÊJ DÊ ZOZANAN BI KLAMAN ŞÊN BIKIN 
 
Wê dans û konsera Koma Mînk derkevin ser dikê û aşiq û dengbêj jî dê di şahiyê de bên gel hev û kilaman bêjin. Wê Cıvata Erbanê ya Dengê Meyman jî hunera xwe pêşkêş bike û êvarê festîval bi beşdariya hunermendên surprîz bi dawî bibe.