Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin

img

DÎLOK – Hevjînên hev Hasna Tahhan û Muhyîddîn El Bedîncîkî ku ji Helebê koçî Dîlokê kirin, niha bi xetatiyê wê texrîbata şerî ya li ser xwe davêjin. 

Hevjînên hev Hasna Tahhan û Muhyîddîn El Bedîncîkî ku ji ber şerê Sûriyeyê ji Helebê koçî Dîlokê kirin, niha bi hunera xetatiyê texrîbata şerî ji ser xwe davêjin. Tahhan, bilêv kir ku wexta ew li Sûriyeyê bûye wê ev huner ji hevjînê xwe hîn beûye, ji bo tenêtiya li ser xwe ya ji bo warê xwe ji ser xwe bavêje hîn bûye. Tahhan û El Bedîncîkî bi xetatiyê êşa şerî, bêrîkirina ji bo welat, bêrîkirina ji bo zarokên xwe ji ser xwe davêjin. Her du hevjîn, li odeya xwe ya 10 metrekarî ku nêviyê wê veguherandine atolyeyê bi hev re li ser xetatiyê dixebitin. 
 
JI BO BARÊ XWE SIVIK BIKE
 
Tahhan, bilêv kir ku li Sûriyeyê pir tev li pêşangehên xetatiyê bûye û got: "Wexta li Sûriyeyê bûm wexta min a vala qet tune bû. Lê piştî hatim vira û wextaa çêbû, êdî zarok û neviyên min ên ku her yek ji wan li welatekî ne û xizmên min ên em dûrî hev in anîn bîra min. Diviya min tiştek bikira. Min ê çi bikira? Li cem min hevjînê min yanî mamsoteyê min hebû. Min jê re got 'hunera xetatiyê' hoyî min bike. Min bi xeta Rîkayê dest bi xetatiyê kir. Bi şev û biroj xebitîm. Ji bo zarokên xwe yên li dûra, ji bo êşa xwe ji bîr bikim xebitîm. Mirov nikare zarokên xwe ji bîr bike lê bi vî awayî min hewl da wê valahiya li min peyda bûye tije bikim. Pêşî ez hoyî girtina pênûsê bûm û paşê hoyî xeta Dîvanî û Sulusê bûm." 
 
Tahhan, bilêv kir ku niha xwendekarên wê jî hene û ew bi awayekî dildar dixebite. Tahhan, anî ziman ku xebatên wê li gelek deveran hatine pêşandan û got: "Niha li Stenbolê pêşangehek min heye. Min lewheyên xwe ji bo pêşangeha Stenbolê jî amade kirine ku dê di meha 7'an de bên pêşandan. Li Dîlokê jî tev li du pêşangehan bûm. Li ser lewheyê û tezhîbê dixebitim." 
 
ÎCAZET DAYE 4 KESAN
 
El Bedîncîkî jî bilêv kir ku ew jî di 13 saliya xwe de ji xalê xwe hîn bûye û heta sala 1997'an perwerdehî girtiye û paşê îcazet girtiye. El Bedîncîkî, got: "Min ders dan xwendekarên helebî û dîlokî. Min îcazet da 3 jê kur û yek jê jin 4 dîlokiyan. Wexta li Helebê bûm di lewheyên xwe de li ser tezhîbê dixebitîm. Lê ew şêweya fatimî bûn. Pir ji tezhîba bi isûla tirkî hez dikim. Lê belê li Helebê kurseke ji bo vê islûbê tune ye. Piştî hatim vira ho bûm. 9 meh in hîn bûme. Di xetatiyê de li ser lewheyan îbareyên olî, ayetên ji Qur'anê û îbareyên ji hedîsan dinivîsim."