Pirtûkxaneya Lilavê bi 5 hezar pirtûk deriyê xwe ji xwîneran re vekir

img
AMED - Pirtûkxaneya Lilavê ya bi zêdeyî 5 hezar cureyên pirtûkan xwe digîne gel, bi şahiyekê deriyê cihê xwe yê nû ji gel û xwîneran re vekir. 
 
Pirtûkxaneya Lilavê ya ku bi zêdeyî 5 hezar cureyên pirtûkan dê xizmetê bide deriyê cihê xwe yê nû ji xwînerên xwe re vekir. Pirtûkxaneya Lîlavê li cihê xwe yê nû dê pirtûkhezan pêşwazî bike. Piştî ku pirtûkxane vekirin, welatiyên ku beşdarî vekirinê bûn li gelek pirtûkan nihêrtin û kirîn.  Pirtûkxaneya Lilavê hem di qada wêje, felsefe, dîrok, çand, lêkolîn, derûnî, civakî, siyasî û ziman de hem jî bi kovarên mehane gelek cureyên pirtûk û kovaran digîne xwînerê xwe. Li qada xwe ya duyemîn jî, ji bo xwîner karibin rûnên û hem bêhna xwe bidin û hem jî pirtûkan bixwînin xizmeta çay û veşarinên cuda jî dide xwînerê xwe.