Walîtiay Edeneyê konsera NÇM’ê qedexe kir

img
EDENE – Walîtiya Edeneyê bi hêceta “ewlehiya cemaweriyê” konsera hunermendên NÇM’ê qedexe kir. 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Edeneyê û Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin xwestin di 16’ê kanûnê li Navneda Çandê ya Yaşar Kemal konser li dar bixin. Hunermend Serhat Çarnewa, Pinar Aydinlar û Kadîr Çat dê beşdarî konsere bibûna. Walîtiya Edeneyê bi hêceta “pergala cemaweriyê û elehiya mal û canê mirovan dixe talûkeyê” qedexe kir. Li dijî astengkirinê DBP û NÇM’ê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Seyhanê civîna çapemeniyê li dar xist.
 
‘BIRYAR KÊFÎ YE’ 
 
Rêveberê DBP’a Edeneyê Hayrettîn Oz di civîn de axivî û diyar kir ku walîtiyê berê destûr daye konsera wan û pişt re jî bi rêya emniyetê asteng kiriye û got: “Em van pêkanînên antî demokratîk qebûl nakin. Walîtiya Stenbolê destûr dide konsera NÇM’ê ya li Stenbolê. Lê Walîtiya Edeneyê destûr nade. Ev rewşek nakokî ye. Walîtiya Edeneyê konsera me bi awayek kêfî qedexe kir. 
 
Şukran Efeturk jî li dijî biryara qedexekirina konserê got: “Ev biryar qedexekirina çand û zimanê kurd e. Em vê biryara walîtiyê şermezar dikin. Em vê yekê jî qebûl nakin.”