Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên

img
STENBOL - Li Stenbolê Chalak Events ji bo Nesrîn Şêrwan şevbihûrka dengbêjan li dar dixe. 
 
Chalak Events, par meha Îlonê ji layê 5 xwendekarên zanîngehên Stenbolê wekî platformekî çandî û hunerî li Stenbolê hatibû avakirin. Heta niha gelek çalakiyên cur bi cur li dar xistine. Niha jî Chalak Events wê du şevbihûrkên dengbêjan li dar bixe. Wê di di 22-23'yê Kanûnê de li Stenbolê ji bo bîranîna Nesrîn Şêrwan du şevbihêrk bên çêkirin. Mêvanên şevê, Cemelê Mihê, Dengbêj Kurdê, Avdilayê Goyî û Henîfa Şirnexî ne. 
 
Dengbêjên tev li şevbuhêrkê bibin wê kilam, payîzok, heyranok û lawikên herêma Botanê bibêjin. Wê şevbuhêrka ewil di 22'yê Kanûnê de li Şa Performansê be û wê ya dudoyan jî di 23'yê Kanûnê de li Şevîn Teras Cafeyê be. 
 
Chalak Event derheqa şevbûhûrkan de got: "Di van şevan de kilam, payîzok, heyranok û lawik ên Botanê dê ji aliyê her çar dengbêjên Botanê ve werin gotin. Ev şev wê ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê bê li dar xistin. Em ê hevre guhdariya awaz û dengên çiyayî bikin, dengbêjên me wê bi dengekî berz û zelal bistrînin. Bûyerên ku di dîrokê de qewimîn dê nûjen bikin û li me nifşên nû bidin nasandin."
 
Herçî bixwaze beşdarî wan şevbihûrkan bibe, dikare bilêtên xwe ji Şevîn Teras Cafeyê û di şeva çalakiyê de li ber derî ji Chalak Eventsê bixwaze.
 
 
 
NESRÎN ŞÊRWAN KÎ YE?
 
Dengbêj û stranbêj Nesrîn Şêrwan, di sala 1929´an de li gundekî Şirnexê hatiye dinyayê. Li Radyoya Bexdayê xebitiye û nêzî 500 stranan berhev kiriye. Wê gelek hunermendên hevçaxa xwe yên wekî Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Resûl Gerdî, Şemal Saîb, Kawês Axa nas kirine û stranên duqolî li gel wan gotine.