NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike

img

STENBOL – Navenda Çanda Mezopotamya ya li qada çand û hunera kurdî li dijî pişaftinê pêngavek dest pê kir 27 saliya xwe pîroz dike. Hunermendên NÇM’ê dê bi dirûşma “Bi hev re” salvegerê pîroz bikin û hunermandan ji bo beşdariya salvegerê bang li her kesî kir. 

Yek ji saziyên ji bo pêşveberina ziman, çand û hunera kurdî ya li Tirkiyeyê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ye. NÇM tevî hemû zext, qedexe û dayîna bedelên giran jî 27 sal li pey xwe hişt. Di 27’ê Îlona 1991’an de zanyarê kurd Musa Anter, civaknas Îsmaîl Beşîkçî û hunermend Alî Temel jî di nav de ji aliyêk komek rewşenbîr û hunermendên kurd ve li Stenbolê hat damezrandin. NÇM’ê ji wê rojê ve li dijî pişaftina ziman, çand û hunera kurdî û polîtîkayên înkarê bi perspektîfa “jiyana azad, hunera şoreşgerî” xebatên xwe dewam dike. NÇM xebatên mîna şano, sînema, muzîk, dansên gel, dansa hemdem û gelek xebatên din dike. Ev navend bû dengê gelên Mezopotamya, Anadolû û Rojhilata Navîn. Piştî îlankirina OHAL’a di 2016’an de gelek şaxên NÇM’ê li bajarên mîna Edene, Îzmîr, Amed, Dîlok, Riha û gelek saziyên din ku xebatên çandê birêve dibirin hatin girtin. 
 
ŞAHÎ WÊ BI STRANAN COŞDAR BIBE 
 
NÇM dê sibê li Navenda Pêşandanê ya Bostanci şahiya salvegera 27’emîn bi slogana “Bi hev re” li dar bixe. Di şeva salvegerê de hunermendên mîna Mizgîn Tahir, Yelda Abbasî, Ferhat Tunç, Arhat, Denîz Esmer, Ferît Elalmiş, Ji Koma Gulên Xerzan hunermend Çiya, ji Koma Çiya hunermend Genim, Mervan Tan, Nurcan Degîrmencî, Nurhak Kilagoz, Ruken Yilmaz, Serhat Kural, Talat Yeşîl û Weysî Ermîş  derkevin ser dikû û hunera xwe pêşkêş bikin. Her wiha dê dengbêj, Dansa Mezopotamya, Teatra Jiyana Nû, berhemên sînemeya Mezopotamya bên pêşandan. 
 
‘RÊWÎTIYEK’ 27 SALAN 
 
Yek ji xebatkarên NÇM’ê Nurcan Degîrmencî ji damezrandina NÇM’ê heta roja îro wek “Rêwîtiyekê” pênase kir û got: “Gelek navên girîng di vê rêwîtiyê de cih girtin. Li Amed, Botan, Serhed û Çukurovayê gelek şaxên wê vebûn. Civak û çand û hunerê anî ba hev. Ciwan, zarok û jinan bi çanda wan da perwerdekirin.” 
 
'NAHÊLÊN KU QADEK NEFESÊ BISTÎNE’ 
 
Degîrmencî da zanîn ku tevî hemû zext û girtinan jî NÇM di qada çand û hunerê de li ber xwe dide û dewlet naxwaze ku qadek nefesa xwe bide berdidin. Degîrmencî got dewlet bi polîtîkayên xwe taybet bi zanebûn çand û hunera kurdî arasteyî cafe û cihên mîna wê dike û divê ev polîtîka bê redkirin û ji bo vê yekê dem dema bi hev re tevgerkirinê ye.
 
Degîrmencî li dijî hemû zextan her kesî vexwend şahiya salvegera 27’emîn a NÇM’ê. 
 
‘JI BO ÇANDA KURD ROLEK GIRÎNG LEYÎST’ 
 
Sînemager Veysî Altay jî diyar kir ku NÇM’ê ji roja avakirina xwe ve ji bo pêşketina çanda kurd xebatên girîng birêve bir û got: “Ji roja damezrandinê ve heta niha her tim rastî zextên hêzên asîmlasyonger hat. Tevî van hemû zextan jî NÇM’ê mora xwe li bin xebatên girîng xist. Her ku wan me tune hesiband, em jî geş û mezin bûn. Salvegera 27’emîn jî ji bo vê yekê girîng e. Salveger xwedî wateyek xwe heye. Ji bo vê yekê em hemû kesî vedixwînin şahiya xwe.” 
 
'TOVÊN XWE BELAV KIR’ 
 
Yek ji şanogera Teatra Jiyana Nû û ku bi salan e xebatên NÇM’ê birêve dibe Rûgeş Kirici jî bi bîr xist k udi salên 90’î de li bajarên kurdan koçberiyek mezin pêk hat û vekirina NÇM’ê di wê serdemê de xwedî rolek girîng bû. Kirici got: “NÇM di serdemek ku çerxa asîmîlasyonê di asta herî jor de bû vebû. 27 sal e hebûna xwe diparêz e. Tovên wê li her deverê belav bû. Li gelek bajaran şaxên xwe vekir. Ji bo pêşvebirina çand û hunera kurdî di cihek herî girîng de sekinî. Şahiya me ya ‘Bi hev re’ jî gelek girîng e. Gel heta îro li hemû çalakî û şahiyên me xwedî derket. Wê gelê me bi awayek xûrt xwedî liv ê şahiya me derkeve.” 
 
MA / Yasîn Kobulan