12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan

img
STENBOL - Şa Performans ji bo hezkiriyên sînemaya kurdî sê rojan kurtefîlmên derhênerên kurd pêşkêş dike.
 
Şa Performans ku li Taksîma Stenbolê li cihê xwe heta niha her lîstikên şanoyê pêşkêşî hunerhezan dikirin niha xebateke sînemayê jî da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de di 8,9 û 10'ê kanûnê de dê kurtefîlmên derhênerên kurd pêşkêşî sînemahezan bikin. 12 kurtefîlmên bi naverok û mijarên cuda yên dê bên pêşandan. Dê fîlmên bi navê “Mij”, “Beyoglu Sînemasi”, “Haziriyek Bo Derengmayînê”, “Mavera”, “Penaber”, “Ez Tsubasa me”, “Bayê kûr”, “Bakiş Açisi”, “Şukran”, “Hêk”, “Mara” û “Hundir” dên cihê xwe di pêşandanê de bigirin.