‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin

img
STENBOL - Însiyatîfa Edebiyat û Zanistiyê ya Ronakê “Pêşbirka Xwendina” edebiyata kurdî li dar dixe. Serlêdanên pêşbirkê dest pê kirin. Pêşbirk dê di 20’ê kanûnê de dest pê bike. Endamê Însiyatîfê Bîlal Xerzî got armanca wan geşkirina xebatên edebiyat, ziman û dîrokî kurdî ye û dixwazin xwendina kurdî bi pêş ve bibin. 
 
Însiyatîfa Edebiyat û Zanistiyê ya Ronak ku ji aliyê komek xwendekar û mamosteyên kurd ve li ser xebatên wêjeya kurdî dixebitin li Stenbolê hat avakirin, dest bi “Pêşbirka Xwendina” edebiyata kurdî dike. Serlêdanên pêşbirkê di 6’ê kanûnê de dest pê kirin û dê heta 16’ê kanûnê dewam bikin. Pêşbirk dê di 20’ê kanûnê de dest pê bike û heta 10’ê sibata 2019’an dewam bike. 
 
Yên di pêşbirkê de bi ser bikevin dê bên xelatkirin. Ji bo yekemîn dê hezar TL, ji bo duyemîn 500 TL û ji bo sêyemîn jî dê 250 TL bê dayîn. Di pêşbirkê de heta niha 40 pirtûkên cuda hene. Ji bo pêşbirkê divê beşdar heta dîroka navbirî pirtûkên hatin kifşkirin bixwîne. Di pêşbirkê de lîjneya pêşbirkê piştî xwendinê bi beşdaran re wê şêwrê bike û li ser kitêbên hatî xwendin bipeyive. Paşê wê diyar bike bê ka kî bi serketi ye. 
Yek ji endamê Însiyatîfa Ronakê Bîlalê Xerzî li ser fikra avakirina insiyatîfê û li dar xistina pêşbirkê axivî.  
 
‘ÎNSIYATÎF DIXWAZE XEBATÊN KURDÎ GEŞ BIBE’ 
 
Xerzî diyar kir ku di dinyayê de her miletek xwedî dîrokek û fikrên cuda hene û ji van miletan jî miletek herî qedîm kurd in. Xerzî anî ziman ku divê kurd jî jî wek hemû miletên cîhanê di warê raman, edebiyat û çandî de xebatan bikin û got: “Armanca avakirina însiyatîfa me ew e wêjeya kurdî di nava civakê de belav bike û bide rûniştandin. Me bi Koma xwendinê dest bi rêwîtiya xwe kir. Ev du sal e em li ser vê projeya însiyatîfê dixebitin. Di dawiyê de em gihîştin vê qonaxê. Edebiyata klasîk û modern a kurdan gelek xûrt e. Divê em xwedî li edebiyat û zimanê xwe yê qedîm derkevin. Ev hewldanên me ji ber vê yekê ye. Gelek netew hene ku edebiyata wan nîne lê dîsa jî xûrt in. Lê edebiyata me ewqas xurt e jî em xwedî lê dernekavin. Me bi xwendina pirtûkên edebiyatê dest bi xebatên xwe kirin û niha didomin. Dibe k udi siberojê de em xebatên zanistê jî bi zimanê dayika xwe birêve bibin. Mînak ez û hevalên min ji zanîngehên tirkî mezûn bûn û me bi tirkî elimandin zanistê. Lê me jî got ‘Çima em ê bi zimanê xwe vê xebata wêje û zanistiyê nekin?’ Helbet divê êdî hemû awirên me li ser wêje û zimanê kurdî bin da ku xebatên me yên zanistiyê bi kurdî bên birêve birin. Dema em têde dijîn dema ronîbûnê ye. Edebiyat û dîroka kurdan qadek berfireh e û em li ser vê yekê disekinin.” 
 
‘ARMANCA ME PÊŞVEBIRINA XWENDINA KURDÎ YE’  
 
Xerzî li ser armanca li dar xistina Pêşbirka Xwendinê jî sekinî û wiha got: “Pêşbirk tiştek pir pratîk e. Em dixwazin ji bo xwedî derketina edebiyatê û pêşvebirina wê pêşbirka xwendinê li dar dixin. Em di pêşbirkê de xelatê didin xwîneran. Em dixwazin bêtirîn Însanan arasteyî xwendinê bikin û çanda xwendina edebiyata kurdî geş bikin. Dibe ku siberojê ev vegere xebatek mîna mîhrîcanê jî. Em bazarek wêjeya kurdî ava dikin. Lîjneya me heye. Pirtûkên bên xwendin lîjneya me diyar dike. Heval û dostên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin dikarin li Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê, Şevîn Cafe ya li Taksîmê û Morî Pirtûk Cafe ya li Şîrînevlera Stenbolê û her wiha li ser înternetê bi formen elektronîk  li ser lînka https://goo.gl/forms/laibNUuAFhjA4DCD2 dê serî li pêşbirkê bidin. Em dixwazin hemû dildar û hezkiriyên ziman û edebiyata kurdî beşdarî pêşbirkê bibin.” 
 
MA / Bîlal Guldem