'Kapadokyaya' Wanê 'Vanadokya' li benda serdêran e

img
WAN - Li gundê Taxik ê Elbakê qada turîstîk ya wekî "Vanadokya" tê binavkirin bêxwedî maye. Şêniyên gund diyarkirin ku divê wekî bizmûlkên li Nevşehîrê Vanadokya jî bê nasandin. 
 
Bizmilûk an jî stûnên ji keviran pêk hatine û piranî li Nevşehîrê ne, li gundê Taxik ê Elbaka Wanê jî hene. Ev stûnên ji keviran dişibin wekî Kapadokyaya li Urgupa Nevşehîrê. Ji ber vê teşbîhê ji stûnên li vir jî "Vanadokya" tê gotin. Kêm be jî her sal havînê hin turîstên xwecihî û biyanî tên vî gundê 33 kîlometreyan dûrî navçeyê ye. Li Taxikê nêzî 17 hezar stûnên ji keviran û ligel van stûnan 35 şikeft û 12 malên bi keviran hatine qewartin hene. Li jora vê qadê jî Keleha Rîkanê heye. 
 
Her wiha ev der ji aliyê qeyûman û Midûriyeta Turîzmê ya Wanê ve di çapemeniya berbelav de wekî propagandayê jî tê bikaranîn ku tê gotin "Cihê turîstîk ê ji PKK'ê hatiye xalîkirin." Şêniyên Elbakê ji ber vê yekê nerihet in û dixwazin ji dêvla wekî propandagayê bê bikaranîn divê bê nasandin. 
 
'DIVÊ HERKES VÊ BEDEWIYA XWEZAYÎ BIBÎNE' 
 
Şêniyên gund ên debara xwe bi sewalvaniyê dikin diyar dikin ku herêm baş nayê nasandin. Şêniyê gund Saddam Akkaya got: "Gundekî bi vî awayî li tu derî tune ye. Stûnên ji keviran hene, ziyaretên Mele Xidir hene, tunelên wekî labîrentan û ji 72 mêrdewanan pêk tên hene. Em dixwazin herkes serdana vir bike. Xweziya herkes bihata û vê bedewiya xwezayî bidîtana. Ev der pir nayê nasandin. Ger bê nasandin wê bi hezaran kes serdana wê bike." 
 
Mehmet fatîh Akkaya jî anî ziman ku ev stûnên ji keviran 3-5 hezar sal berê bi awayekî xwezayî çêbûne û got: "Çawa turîst diçin Nevşehîrê em dixwazin werin vir jî. Ger ev der li rojavayê welat bûna wê wekî devereke turîstîk bihata naskirin. Lê mixabin kes nayê van deran. Em dixwazin ev der wekî devereke turîstîk bê nasandin." 
 
MA / Mujdat Can