Bernameya Şanoya Mencel a kanûnê diyar bû

img
WAN – Bernameya Şanoya Mencel a meha kanûnê diyar bû. Şanoya Mencel dê bi lîstikên şanoya jixweberî û “Kozik” derkeve pêşberî şanohezan. 
 
Bernameya Şanoya Mencel a meha kanûnê diyar bû. Şanoya Mencel dê di bi çalakiyên cuda derkeve pêşberî şanohezan. Di bernameya Mencel a vê mehê de pêşandan stand-up a bi navê “Te Dît” a Abdullah Tarhan, lîstika “Kozik” a jinan û lîstên jixweberî hene. 
 
Dê hemû lîstik di saet 19.00’an de bên pêşandan. Bernameya meha kanûnê wiha ye:Ç
 
* 14’ê kanûnê roja înê - Kozik
 
* 15’ê kanûnê roja şemiyê – Jixweberî
 
* 16’ê kanûnê roja yekşemê – Kozik 
 
* 21'ê kanûnê roja înê - Jixweberî
 
* 22’ê kanûnê roja şemiyê - Kozik
 
* 28’ê kanûnê roja înê – stand-up “Te Dît”
 
* 29’ê kanûnê roja şemiyê – stand-up “Te Dît”