Şêwekar Zehra Dogan wêneyê Sîsê Bîngol xêz kir

img
MÊRSÎN – Rojnameger û şêwekara girtî Zehra Dogan tevî ku materyalên wê nadinê jî bi pênûszrêçê wêneyê girtiya nexweş Sîsê Bîngol xêz kir. 
 
Rojnameger û şêwekara girtî Zehra Dogan di 25’ê mijdarê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsa Mêrsînê kirin. Dogan bi girtiya nexweş Sîsê Bîngol re di heman qawîşê de dimîne. Tevî ku materyalên şêwekar Dogan nadinê jî bi pênûzrêçê wêneyê Sîsê Bîngol a 85 salî xêz kir. Piştî ku Dogan du wêneyên Bîngol xêz kir li ser hesabê wê yê medya civakî Twîtterê hat parve kirin.