Nivîskarên nikarin pirtûkên xwe bibînin

img

AMED - Li girtîgehan gelek girtî dosyeyên xwe yên pirtûkan ji weşanxaneyan re dişînin û tn çapkirin, lê belê îdareyên girtîgehan pirtûkên ku wan nivîsandine nadin wan. 

Bi taybetî jî piştî Rewşa Awarte li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan pir zêde bûn. Her çend bi awayekî resmî dawî li rewşa Awarte hatibe jî, lê ev binpêkirin hîn jî didomin. Girtiyên ku pirtûkan dinivîsînin, îdareya girtîgehê pirtûkên wan nadin wan. Girtî ancax dema tên berdan pirtûkên ku wan nivîsandine dibînin. Dosyeyên ji bo pirtûkan tên amadekirin û ji girtîgehê ji bo weşanxaneyan tên rêkirin û paşê tên çapkirin, îdareyên girtîgehê ji bo wan dibêjin "bi fikare ne" û nadin nivîskarên wan. 
   
Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê pirtûkên Îsmet Taş ên bi navê “Kalıp Korkmaktansa Gitmektir Yaşam”, “Arin Mirkan” û “Yaşamın Kıyısından Umuda”, Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê pirtûka "Sînor" Menaf Osman, Girtîgeha Şakran a Îzmîrê pirtûka "Kaniya Xezalan" a Selam Baran, Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê pirtûka "Meşa Jiyanê" ya Kerem Bîlen û Girtîgeha Denîzliyê jî pirtûka “Umuda Bir Ülke” a Firat Can desteserkirin û nadin wan. 
 
Berpirsiyarê Weşanxaneya Aryenê Roj Agir, diyar kir ku girtiyên siyasî bi binpêkirinên mafan ên dijwar re rûberû dimînin û got: "Gelek berhemên hêja hene, lê belê ji ber astengkirinên siyasî nadin wan û taliyê ev berhem winda dibin. Nivîsandina li girtîgehê belkî karê herî zehmet e. Lê bi ser de jî ev zext û zorî hene. Ev astengî jî dibin sedema bidawîbûna nivîsandinê." 
 
Agir, destnîşan kir ku pirsgirêka din jî ew e ku nivîskarên girtî nikarin pirtûkan peyda bikin û li girtîgehan pirtûk bi awayekî kêfî tên desteserkirin. Agir got: "Girtî bi awayekî jiyîn û qewimînên din dinivîsin. An jî rewşa tê de ye. Mijarên xweser bi pênûseke çalak radigihînin. Ev pirtûk mirovan ber bi jiyanê ve dibin. Di pirtûkên wan de cudahî, wate û heza ji bo jiyanê heye." 
 
MA / Lezgin Akdeniz