'Bila jin netirsin binivîsin'

img

ÎZMÎR - Berdevka Komeleya Nivîskarên Jin Sevîm Korkmaz Dînç ku şahidê darbeya 12'ê Îlonê ye, diyar kir ku ew di pirtûkê xwe de şahidiya xwe ya vê dîrokê dinivîsine û ji hemû jinan xwest ku wêrek tev bigerin û binivîsin. Dinç, anî ziman ku rêya bixwe bawerbûnê tekoşîna hevpar e û wiha got: "Em bang li jinan dikin ku bên cem hev û bi hevre komên xwendin û nivîsandinê ava bikin. Em dibêjin bila jin binivîsin û netirsin."

Nivîskar û Berdevka Komeleya Nivîskarên Jin a Demî Sevim Korkmaz Dinç, bal kişand ser hebûna jinan a di dîroka nivîskî de û xwest ji bo jin di dîroka niviskî de cih bigirin binivîsin. Dînç, diyar kir ku diroka jinan a nivîskî zêde xuya nabe û jin zêde di diroka nivîskî de cih nagirin. Dînç, ani ziman ku ew di pîrtûkê xwe de serdema nifşên 1978'an û darbeya salên 1980'ê dinivîse û wiha got: "Darbeya 12'ê Îlona 1980'an jî encama berjewendiyên navneteweyî ye. Bi vê darbeyê xwestin bi zorê daxwaz^ne xwe bi çîna kedkar bidin qebûl kirin. 
 
EZ SERDEMA KU BÛME ŞAHID DINIVÎSIM'
 
Dinç, da zanîn ku ew di berhemên xwe de bêtir serdema ku bûye şahid serdema darbeya 12'ê Îlonê dinivîse û wiha axivî: "Ez di serdema 12'ê îlonê de serpêhatiyên jinan, cerebeyên jinan û dîroka jinan dinivîsim. Ger ku em nenivîsin dê tenê diroka têkoşîna mêr bê xuyakirin. Kampanya tundiya li dijî jinan ne tenê bi malê sînorkirî ye. Tundiya pergala mêrê serdest a li dijî jinê nîşan dide. Îktîdara serdest a mêr a Navneteweyî, ji bo têkoşîna jinê lawaz bike û ji bo jinê bi xwe ve girê bide, piştgiriyê dide kampanyayên tundiya 'Nava malê." Ji ber vê yekê pir xwezayî ye ku ez wê serdemê binivîsim. Ji ber ku ez şahide wê demê mke." 
 
Dînç, destnîşan kir ku pergal bi riya wêje û hunerê tundiya xwe li ser jinê ferz dike û wiha berdewam kir: "Pergala serdest bi rêya hunerê bîrdoziya xwe ya serdest xweşik dike, dixemilîne û li ser jinê ferz dike. Naxwaze ku em rastiyan bibînin. Prens, jina ciwan radimûse. Jina ciwan dîsa li jiyanê vedigere. Keça kumsor dema diçe daristanê ji aliyê gur ve tê perçekirin. Çîrok, roman û wêjeya wan jinê dike wekî mal û amûr. Hebûna vîna wê tune dike." 
 
'ÇIQAS JIN XWE PERWERDE BIKIN DÊ DI DÎROKÊ DE BÊN DÎTIN' 
 
Dinç, daxuyand8 ku dîrok deh hezar salin bi destê mêr tê nivîsandin û wiha lê zêde kir: "Ger ku îro piçek be jî dengê jinê tê bihîstin, bi xêra jinên ku şop li pey xwe hiştine ye. Jinên li dijî komkujî û tunekirinê dengê xwe bilind kirine. Li her derê têkoşîna jinê hneye. Le her dem têkoşîna jinê hatiye tepisandin. Çiqas jin xwe perwerde bikin û b hêz bikin dê karibin ew qas di dîrokê de cihê xwe bigirin. 
 
'DIVÊ JIN NETIRSIN Û BINIVÎSIN' 
 
Dinç, herî dawî ji hemû jinan xwest ku netirsin û serpêhatî û çîrokên xwe binivîsin û wiha got: "Ji xwe bawerî, zanîn, hêz û hesta karibe cîhanê biguherîne, bi xwenaskirinê ve girêdayî ye. Di salên dawî de jin bi lez ji malê derketin û tev li qada cemaweriyê bûn. Ji bo jin li  vê qadê karibin li ser piyan bimînin divê xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Ji ber ku li her qadê zext û tundiya li dijî jinê zêde ye.  Rêya bixwe bawerbûnê tekoşîna hevpar e. Em bang li jinan dikin ku bên cem hev û bi hevre komên xwendin û nivîsandinê ava bikin. Em dibêjin bila jin binivîsin û netirsin."
 
 
MA / Nîmet Olmez